Fransa derbarê Esadê de biryara girtinê ya navneteweyî da

Daraza Fransayê di çarçoveya lêpirsinekî têkildarî mirinên rojnamevan de Serokê Dewleta Sûriyeyê yê berê Beşar Esad jî di nav de derbarê rayedarên payebilind ên berê de heft biryarên girtinê da.

Daraza Fransayê di çarçoveya lêpirsîna li ser bombebarana navendekî çapemeniyê ya li bajarê Humus ê Sûriyeyê û mirina du rojnamevanan de Serokê Dewleta Sûriyeyê yê berê Beşar Esad jî di nav de derbarê gelek rayedarên payebilind ên berê de biryara girtinê da.

Rojnamevanên ku di avahiya ku 22’ê Sibata 2012’an hate hedefgirtin de bûn, piştî topbarana ewil xwestin derkevin ji derve, di wê kêliyê de rojnamevana Emerîkî Marie (56) û rojnamevanê Fransî Remi Ochlik (28) di encama êrîşeke topên hawanan de jiyana xwe ji dest dabûn.

Di bûyerê de rojnamevanê Fransî EdithBouvier, wênekêşê Ingilîzî Paul Conroy û wergervanê wan Wael al-Omar birîndar bibû.

Tê diyarkirin ku biryar di têkoşîna li djî bêcezahiştina êrîşên li ser rojnamevanan ên li Sûriyeyê de wekî mînak tê dîtin.