Li Nepalê çalakiyên şermezarkirinê: 19 mirî, Wezîrê Karên Hundir îstifa kir

Li Nepalê di xwepêşandanên ji bo şermezarkirina qedexeya li ser medya dîjîtal de 19 kes mirin. Wezîrê Karên Hundir jî îstifa kir. Serokwezîr KP Sharma Oli diyar kir ku piştî bûyeran dest bi lêpirsîneke berfireh kirine.

Oli di daxuyaniyê de got, "Ji bo lêkolînkirina sedem û rêveçûna bûyeran wê komîsyoneke lêpirsînê bê avakirin. Komîsyon ji bo trajediyên bi heman rengî rû nedin wê 15 rojan raporekê pêşkêş bike." Serokwezîr 'xemgîniya xwe' ya ji ber bûyeran anî ziman.

ÇALAKIYÊN ŞERMEZARKIRINÊ YÊN LI HEMBERÎ QEDEXEYÊ

Li Katmandûyê bi hezaran kes tevlî xwepêşandanan bûn û polîsan ji bo nehêlin girseya gel nêzî avahiya parlamentê bibe, gule reşandin.

Xwepêşandêran girtina 26 platformên medya dîjîtal ku Facebook, YouTube, X û LinkedIn jî di nav de bû, şermezar dikirin. Qedexe ji ber şertê ku platform li hikumetê qeyd bibin hatibû danîn.

WEZÎRÊ KARÊN HUNDIR ÎSTIFA KIR

Piştî ku mirovan jiyana xwe ji dest dan Wezîrê Karên Hundir Ramesh Lekhak îstifa kir. Hate ragihandin ku piştî bûyeran sibeha Sêşemê platformên medya dîjîtal ji nû ve hatin serbestkirin.

Amnesty International têkildarî destwerdana polîsan bang kir ku lêpirsîneke 'tam, serbixwe û bê alî' bê kirin.