Li Darfûrê hezaz: Zêdeyî hezar kes mirin

Li herêma Darfûrê ya li rojavayê Sûdanê, ji ber hezazeke mezin zêdeyî hezar kes mirin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, gundê Tarasînê ji ber hezaza mezin a 31'ê Tebaxê serûbin bû.

LI GUND TENÊ KESEK SAX MA

Li gorî daxuyaniya Artêş-Tevgera Rizgariyê ya Sûdanê, li gund zêdeyî hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku tenê mirovek sax ma.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hezaza mezin û hilweşîner gundê Tarasînê bi temamî xera kir. Li gorî agahiyên destpêkê gundî hemû mirin."

Komê bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên alîkariya mirovî ya navneteweyî kir ku ji bo derxistina cenazeyên di binê axê de alîkariyeke lezgîn bikin.

Waliyê Darfûrê Mînnî Arko Mînawî jî bûyer bi 'trajediyê' pênase kir û bang li civaka navneteweyî kir ku bi lez bikeve dewrê û got, "Ev trajedî ewqasî mezin e ku gelê me bi tena serê xwe nikare ji bin rabe."

ŞERÊ NAVXWEYÎ Û FELAKET

Li qadeke berfireh a Darfûrê ji sala 2023'an û vir ve di navbera artêşa Sûdanê û hêza paramîlîter Hêzên Piştevaniya Lezgîn de şerekî navxweyî diqewime. Li herêmê xela hatiye ragihandin û gefa birçîbûnê li ser milyonan mirovî heye.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî di şer de ku ji Nîsana 2023'an û vir ve dewam dike, bi deh hezaran kes mirin, zêdeyî 14 milyon mirov ji cih û warê xwe bûn.