CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Darfourê êrîşên hewayî: Herî kêm 19 kes mirin
Li herêma Darfourê ku li rojavayê Sudanê ye, di êrîşên hewayî yên dawiya hefteyê de herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn. -
Ji bo rojnamevanên li Xezeyê hatine qetilkirin, piştevaniya kûreyî
Bi banga Rojnamevanên Sînor Nenas (RSF) û tevgera sivîl a kûreyî Avaaz li seranserî cîhanê zêdeyî 150 rêxistinên medyayê ji bo li Xezeyê rojnamevan bên parastin, piştgirî dan kampanyayek hevpar. -
Îsraîl li dijî hewldana naskirina Fîlîstînê dixwaze Şerîa Rojava dagir bike
Hat ragihandin ku Îsraîl li dijî naskirina dewleta Fîlîstînê ya ji aliyê Fransa û hin welatên din ve, îlhaqkirina beşekî Şerîaya Rojava xistiye rojeva xwe. -
Li Efganistanê erdheja bi 6.0 pileyî: Zêdeyî 600 kes mirin
Li wîlayeta Kunarê ya li rojhilatê Efganistanê êvara yekşemê bi 6.0 pileyî erd hejiya. Zêdeyî 600 kes mirin, herî kêm 1500 kes birîndar bûn. -
Kongreya Belûc a Kanadayê hate avakirin
Civaka Belûc a Kanadayê ragihand ku Kongreya Belûc a Kanadayê (CBC) hatiye avakirin ku armanca xwe danasîna ziman, çand û mîrateya Belûc e. -
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê: Berdevkê Hamasê "hat kuştin"
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsrael Katz ragihand ku berdevkê baskê leşkerî yê Hamasê Tugayên Îzeddîn el-Qassam, Ebû Ubeyde di êrîşeke asmanî ya li Xezeyê da hat kuştin. -
Netanyahu hedef girtina Berdevkê Hamasê Ebu Ubeyde piştrast kir
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu piştrast kir ku Ebu Ubeyde ku weke berdevkê baskê leşkerî yê Hamasê Tugayên Îzzeddîn el-Kassam tê naskirin, ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatiye hedefgirtin. -
Li Xezeyê 7 kesên din ji ber birçîbûnê mirin
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 7 kesên din ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan. -
Li hemberî dorpêça li ser Xezeyê fîloya herî mezin bi rê dikeve
'Global Sumud Flotilla' ku ji bo şikandina dorpêça Îsraîlê ya li ser Xezeyê hatiye avakirin, roja Yekşemê wê bi rê bikeve. -
Li Endonezyayê çalakiyên şermezarkirinê jinûve destpê kirin, gelek çalakger mirin
Di serî de paytext Cakarta li gelek bajarên Endonezyayê çalakiyên şermezarkirinê jinûve destpê kirin. -
Hate îdîakirin ku Ebu Ubeyde hatiye kuştin, mirina Sinwar jî hate piştrastkirin
Çavkaniyên Fîlîstînî diyar kirin ku berdevkê baskê leşkerî yê Hamasê Ebu Ubeyde hatiye kuştin. Hamasê jî mirina lîderê xwe yê li Xezeyê Muhammed Sinwar piştrast kir. -
Hûsiyan: Serokwezîrê Yemenê di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de hat kuştin
Hûsiyên Yemenê ragihand ku Serokwezîr Ehmed El Rehavî û hin wezîrên wî di êrîşeke hewayî ya Îsraîlê de hat kuştin. -
Sendîkayên Fransayê ji bo 18’ê Îlonê banga greva giştî kirin
Li Fransayê sendîkayan biryar dan ku li dijî pêşniyara budçeya 2026’an a Serokwezîr François Bayrou wê di 18’ê Îlonê çalakiyên girseyî û greva giştî li dar bixin. -
NY: Li Îranê ji destpêka salê û vir ve herî kêm 841 kes hatin darvekirin
Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Îranê ji destpêka sala 2025'an û vir ve herî kêm 841 kes hatin darvekirin. -
Îsraîlê bajarê Xezeyê weke 'herêma şer a xetere' ragihand
Artêşa Îsraîlê ragihand ku bajarê Xezeyê êdî 'herêm aşer a xetere ye', lê belê bang li gel nekir ku tavilê herêmê biterikîne. -
Gelo DYE dixwaze Venezuelayê dagir bike?
Serokdewletê Venezuelayê Nicolas Maduro ihtimala dagirkirina welatê wan ji aliyê DYE'yê ve red kir. -
Hate îdîakirin ku di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de Serokwezîrê Hûsî hate kuştin
Saziyên çapemeniyê yên muxalîf ên li Yemenê îdîa kirin ku Serokwezîrê rêveberiya Hûsî Ahmed el-Rahavî roja Pêncşemê di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de li Sanayê hate kuştin -
Elmanya dixwaze bibe artêşa herî bi hêz a Ewropayê
Hikûmeta Elmanyayê ji bo ku beşdarbûna artêşê zêde bike, pêşnûmeyek pêşkêş kir. -
Li Xezeyê di 24 saetên dawî de 71 kesan jiyana xwe ji dest dan
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên 24 saetên dawî de 22 kesên ku li benda alîkariyê bûn, bi tevahî 71 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Swêd û Hollandayê bang li YE’yê kirin: Bila ceza li Hamas û Îsraîlê were birîn
Hikûmetên Swêd û Hollandayê bang li Yekîtiya Ewropayê (YE) kirin ku ceza li Hamas û Îsraîlê were birîn. -
Li Başûrê Lubnanê endamên El Fetîhê çekên xwe radestî artêşê kirin
Li Kampa Penaberan a Raşîdiye ya li başûrê Lubnanê, komên çekdar ên ser bi tevgera Fetîh serê sibehê destpê kirin ku çekên xwe radestî artêşa Lubnanê bikin. -
Artêşa Îsraîlê li nêzî Şamê operasyona bejahî pêk anî
Yekîneyên bejahî yên Îsraîlê şeva çarşemê li herêmeke nêzî Şamê operasyon lidar xist. -
Li Hindistanê karesata lehî û hezazê: 30 kes mirin, bi hezaran kes hatin tahliyekirin
Li herêma Cammu û Keşmîrê ya bakurrojavayê Hindistanê, ji ber barana zêde lehiyê rabû û hezaz çêbû. Di encama karesatê de herî kêm 30 kes jiyana xwe ji dest dan. -
Artêşa Îsraîlê: Tehliyekirina bajarê Xezeyê ‘teqez e’
Artêşa Îsraîlê ragihand ku tehliyekirina bajarê Xezeyê ‘teqez e’. -
Çavdêrên UAEA'yê vegeriyan Îranê
Çavdêrên Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (UAEA) piştî ku Tehranê meha Tîrmehê hevkariya bi ajansê re betal kir, yekemcar vegeriyan Îranê.