Li Peruyê protestoyên li dijî hikûmetê: 18 birîndar

Li paytexta Peru, Lîmayê roja yekşemê bi sedan kes li dijî hikûmetê û kongreyê çalakiyên protestoyî lidar xistin. Xwepêşandan piştî pevçûnên dijwar ên beriya rojekê qewimîn ku 18 kes birîndar bûn, pêk hat.

Kolektîfa ‘Nifşê Z’ a ji ciwanên di navbera temenê 18 û 30 de pêk tê, pêşengî ji çalakiyan re kir. Çalakvan heya navenda siyasî ya paytextê meşiyan. Polîsan li herêmê tedbîrên ewlehiyê girtin.

Di saetên şevê de hin koman kevir û molotof avêtin polîsan, hêzên ewlehiyê jî bi gaza îsotê mudaxile kirin.

ÇETEYÊN SÛC ÊN ZÊDE DIBIN Û XERAC DIBIN SEDEMÊ BERTEKÊ

Protestoyên ku ev 6 mehên dawî zêde bûne, bû sedem ku Serok Dina Boluarte piştgiriya gel winda bike. Di nava sedemên sereke ya bertekê de, cînayetên çeteyên sûc û bûyerên xeracê yên zêde dibin, hene.

Tişteke din a ku gengeşeya civakî zêde kirî, reforma teqawidiyê ye ku vê hefteyê ji aliyê Kongreyê ve hate erêkirin. Reform pêşbînî dike ku hemû welatiyên ji 18 saliyê mezintir, weke neçarî prîm li fonên teqawidiya taybet birazînin. Ciwanan nerazîbûn nîşanî vê yekê da.

Li gorî rayedaran roja şemiyê nêzî 450 kes daketin kolanan. Di bûyeran de 12 polîs birîndar bûn, Komeleya Rojnamevanan a Neteweyî ya Peruyê (ANP) ragihand ku herî kêm 6 rojnamevan jî di dema protestoyan de birîndar bûne. Di nava rojnamevanên birîndar de du nûçegihanên radyoya Exitosa Noticias jî hene.