CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Fransayê hikûmet ket, Macron wê serokwezîrê nû tayîn bike
Hikûmeta Bayrou di dengdana baweriyê ya li parlamentoyê de li hember 194 dengên erê 364 dengên dijber ji peywirê hat girtin. -
Hikûmeta Fransayê li ber hilweşînê ye û kolan tevlihev dibin
Fransa bi dengdana baweriyê ya êvara vê Duşemê amadekariya hilweşîna hikûmeta François Bayrou dike û kolan jî tevlihev dibin. -
NY: Xeze bûye goristanek, civaka navneteweyî li erkê xwe ranabe
Komîserê Pilebilind ê Mafên Morovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk têkildarî êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê hişyariyên tund da. -
Hamas: Em amade ne ‘demildest’ vegerin muzakereyan
Hamas piştî pêşniyara nû ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), ragihand ku ew amade ne “demildest” vegerin muzakereyan. -
Ji Rûsyayê êrîşên hewayî: Li Kîevê zerar li avahiya hikumetê bû
Rûsyayê doh bi şev ji hewayê êrîş bir ser gelek herêmên Ûkraynayê. Li paytext Kîevê banê avahiya hikumetê û qatên jor xisareke mezin dîtin. Her wiha li seranserê welêt herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Pakistan tevî karesata erdhejê jî Efganan dersînor dike
Piştî erdheja li Efganistanê ku zêdeyî 2200 kes jiyana xwe ji dest dan, Pakistanê qonaxa nû ya kampanyaya dersînorkirina komî ya li hemberî koçberên Efgan da destpêkirin. -
Îsrael Katz: Li Xezeyê deriyên dojehê vebûn
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz li ser X'ê peyamek weşand û diyar kir ku li Xezeyê 'deriyên dojehê' vebûne û li bajarê Xezeyê wê oprasyonên leşkerî giran bibin. -
Li Sûdanê lehî rabû: Dibe ku hejmara miriyan bigihîje 1000 kesî
Li herêma Darfur a şerî ya rojavayê Sûdanê, roja Yekşemê lehî û hezaza ji ber barana zêde bûn sedema zirarên mezin. Herî kêm 370 cenaze hatin peydakirin. -
Trump wê navê Wezareta Parastinê bike 'Wezareta Şer'
Serokê DYE'yê Donald Trump wê roja Înê mohra xwe dîne binê biryarnameyekê û bi vî rengî pêvajoya guhertina navê Wezareta Parastinê bi rengê 'Wezareta Şer' bide destpêkirin. -
Li Efganistanê bîlanço giran dibe: Zêdeyî 2200 mirî, nêzî 4000 birîndar
Li Efganistanê bîlançoya erdheja bi mezinahiya 6 pileyî ku şeva Yekşemê qewimî, giran dibe. -
Li Îngilîstanê 130 hezar xwendekarên biyanî di bin metirsiya dersînorkirinê de ne
Hikumeta Îngilîstanê xwe amade dike ku ji bo xwendekarên biyanî yên ku piştî qedandina destûra xwendekariyê ji bo mayîna li welat serlêdana penaberiyê dikin sepana nû bide dest pê kirin. -
Li Afganistanê erdhej: Hejmara qurbaniyan 2 hezar derbas kir
Bîlançoya erdheja bi 6 pileyî giran dibe ku êvara Yekşemê li rojhilatê Afganistanê rû da. -
DAŞÎ’ê berpirsyariya teqîna li Pakîstanê girt
Di êrîşa xwekuj a li eyaleya Belûcîstan a Pakîstanê de herî kêm 15 kes jiyana xwe ji dest dan û 38 kes birîndar bûn. Berpirsyariya êrîşê rêxistina çete ya DAÎŞ’ê girt. -
Fransa, IESH’ê bi sûcdariya teşwîqî ‘cîhada çekdarî’ dike girt
Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Bruno Retailleau daxuyand ku Enstîtuya Zanistên Mirovî ya Ewropayê (IESH) li ser biryara roja Çarşemê ya Lijneya Wezîran hat girtin. -
Li Yewnanistanê qanûna ‘dersînorkirina bi zorê’ hate qebûlkirin
Parlamentoya Yewnan qanûna dersînorkirina bi zorê ya kesên ku serlêdana wan a îltîcayê hatine redkirin û eger bi rengekî derqanûnî bimînin welêt wê qasî 2 yan 5 salan cezayê hepsê were birîn, qebûl kir. -
Erdheja Efganistanê: Felaket mezin e, alîkarî kêm e, hêvî diqede
Li Efganistanê ji ber redhejê zêdeyî 1.400 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 3.124 kes birîndar bûn. Hêviya rizgarkirina mirovên di binê xirbeyan de mane, kêm dibe. -
Neteweyên Yekbûyî bang li Îranê kir: Darvekirinan bisekinîne
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk cezayên darvekirinê yên li Îranê zêde bûne bi zimanekî tund şermezar kir û bang li rêveberiya Tehranê kir ku înfazan tavilê rawestîne. -
Li Efganîstanê dîsa erd hejiya
Rojhilatê Efganistanê careke din bi erdhejê hejiya. Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (USGS) ragihand ku roja Sêşemê 2’yê Îlonê erdhejeke bi mezinahiya 5,2 li parêzgeha Nangarharê qewimî ye. -
Fransa derbarê Esadê de biryara girtinê ya navneteweyî da
Daraza Fransayê di çarçoveya lêpirsinekî têkildarî mirinên rojnamevan de Serokê Dewleta Sûriyeyê yê berê Beşar Esad jî di nav de derbarê rayedarên payebilind ên berê de heft biryarên girtinê da. -
Ji ber erdheja li Efganistanê herî kêm 1.400 kes mirin
Bîlançoya erdheja bi 6 pileyî ya li rojhilatê Efganistanê ku şeva Yekşemê rû da, giran bû. Li gorî daneyên fermî zêdeyî 1.400 kes mirin. -
Îdîaya li Ûkraynayê 2.000 leşkerên ji Koreya Bakur mirin
Li gorî îstixbarata Koreya Başûr nêzî 2.000 leşkerên Koreya Bakur ên ji bo bi Rûsyayê re li dijî Ûkraynayê şer bikin hatin şandina Ûkraynayê, jiyana xwe ji dest dan. -
Li Efganistanê erdhej: Hejmara qurbaniyan 900 derbas kir
Ji ber erdheja bi 6.0 pileyî ya li rojhilatê Efganistanê herî kêm 900 kesî jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 3.000 kes jî birîndar bûn. -
Li Darfûrê hezaz: Zêdeyî hezar kes mirin
Li herêma Darfûrê ya li rojavayê Sûdanê, ji ber hezazeke mezin zêdeyî hezar kes mirin. -
Ji ber astengiya vîzeyê ya DYE’yê dibe ku Civata Giştî ya NY'ê li Cenevreyê pêk bê
Piştî ku DYE’yê vîzeyên nûnerên Fîlîstînî betal kir, nîqaş tê kirin ku Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi rengekî demkî li Cenevreyê bê lidarxistin. Gaveke bi heman rengî sala 1988’an dema ku nehiştin Yaser Arafat biçe DYE’yê hatibû avêtin. -
Bîlançoya karesata Efganistanê giran dibe: Herî kêm 800 kes mirin
Li rojhilatê Efganistanê yê nêzî sînorê Pakistanê şevêdin bi pileya 6 erdhej pêk hat û rê li ber karesatê vekir. Her saeta ku derbas dibe bîlançoya karesatê girandtir dibe.