Trump ji Hamasê re banga ‘şansa dawî’ heta Yekşemê kir

Serokê DYE’yê Donald Trump, bi îdiaya ku li Rojhilata Navîn peymaneke aştî ya dîrokî hatiye çêkirin, ji Hamasê re heta êvara Yekşemê dem danî. Trump diyar kir ku heke peyman neyê pejirandin, wê êrîşeke “ku kesî berê nedîtiye” dest pê bike.

Donald Trump, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal de, angaşt kir ku peymaneke “piştî 3 hezar salan dê aştiyê bîne Rojhilata Navîn” hatiye îmzekirin.

Trump got ku divê Filistîniyên bêguneh biçin herêmên ewletir ên Xezayê û wisa axivî: “Ew ê li wir ji aliyê kesên li benda wan in ve bi awayekî baş werin parastin.”

Trump destnîşan kir ku ev peyman ji aliyê DYE’yê, Îsraîlê û welatên mezin û bihêz ên herêmê ve hatiye îmzekirin û got ku peyman jiyana hemû şervanên Hamasê yên mayî diparêze.

Trump, ji Hamasê re heta êvara yekşemê demjimêr 18:00’an (demjimêra Washingtonê) dem danî û got: “Tundî û xwînrijandin wê bi dawî bibe. Divê hemû dîl, di nav de termên miriyan, tavilê were berdan û dayîn. Heke ev peymana şansa dawî neyê pejirandin, wê li dijî Hamasê êrîşeke wisa dest pê bike ku kesî berê nedîtibe.”