CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Îsraîl, li hemberê 20 dîlên xwe hezar û 968 Filistînî serbest berda
Hamasê li Xezeyê 20 dîlên Îsraîlî yên dawî serbest berda bû, Îsraîlê jî roja duşemê bi giştî hezar û 968 girtiyên Filistînî berdan. -
Li gorî Pakîstanê 200 Talîbanî hatin kuştin, li gorî Talîbanê jî 58 leşkerên Pakîstanê hatin kuştin
Di şerê li sînorê Efxanîstan-Pakîstanê de, hikûmetên Pakîstan û Efxanîstanê hejmarên cuda ragihandin. -
Di navbera Talîban û Pakistan de şer: 58 leşkerên Pakistanê mirin
Hikûmeta Talîban a li Efganistanê ragihand ku li ser sînorê Pakistanê di operasyona bersivdanê de 58 leşkerên Pakistanê hatin kuştin. -
Li Neteweyên Yekbûyî krîza malî û jinûve birêxistinkirin
Neteweyên Yekbûyî (NY) ji ber krîza lîkîdîte, bi taybetî ji ber deynê mehane yê 2.8 milyar dolarî ya DYE'yê, amadekeriyên xwe zêde kir ku hin saziyan bike yek û navenda xwe ji New Yorkê bibe herêmên cuda. -
Li Sûdanê di êrîşa li ser kampa penaberan de hejmara miriyan derket 60’an
Li herêma Darfûrê ya li rojavayê Sûdanê tevkujiyeke nû rû da. -
Li Sûdanê êrîşî navenda alîkariya mirovî hate kirin: 30 sivîl mirin
Li bajarê I-Faşir a li herêma Darfur a li rojavayê Sûdanê di êrîşa bi dronê ya li ser navenda koçberan de herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Ji Melonî pêşnûmeqanûn ‘li dijî şerîatê’: Pêçe bi temamî dê bê qedexekirin!
Li Îtalyayê partiya Melonî Fratelli d’ltalia, ji qanûna têkoşînê ya li dijî cudaxwazî ya Fransayê îlham girt û pêşnûmeqanûnek nû pêşkêş kir. -
Li Sao Pauloyê ji bo azadiya Rêber Apo çalakî
Li bajarê Sao Paulo yê Brezilya di salvegera duyemîn a kampanyaya navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Apo tê meşandin de çalakiyek hate lidarxistin. -
Li Fransayê Lecornu car din bû serokwezîr
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî rexneyên zêde, car din Sébastien Lecornu weke serokwezîr tayîn kir. -
Xelata Aştiyê ya Nobelê ji Maria Corina Machado ya Venezuelayî re hate dayin
Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2025'an ji Maria Corina Machado re hate dayin ku yek ji pêşengên muxalefeta li Venezuelayê ye. -
Li Perûyê krîza siyasî: Serokkomar Dina Boluarte ji wezîfeyê hat dûr xistin
Li Perûyê serokkomar Dina Boluarte, şeva di navbera Pêncşem-Înê de bi biryara meclîsê ji wezîfeyê hat dûr xistin. -
Di êrîşên bi şev de Kiev û 9 herêm di nava tarîtiyê de man
Di êrîşên Rûsyayê yên doh bi şev de paytexta Ûkrayna Kiev û 9 herêm ji ber qutbûna elektrîkê di tarîtiyê de man. -
DYE'yê pêkanîn danî ser "kes û komên nêzî Îranê" yên li Iraqê
Hikumeta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) biryar da ku li ser hin kes û komên milîs ên Iraqî pêkanînên nû bixe meriyetê, ji ber ku "Alîkarî dane têkbirina pêkanînên li ser Tehranê." -
Li Darfûrê êrîşa li ser mizgeftê: Herî kêm 13 sivîl mirin
Li herêma Darfûrê ya li rojavayê Sûdanê, di êrîşa li ser mizgefteke li bajarê El Faşirê de herî kêm 13 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. -
NY'yê dema erka komkirina delîlên li ser sûcên şer ên li Srî Lankayê dirêj kir
Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî dema komkirina delîlên li ser sûcên şer û binpêkirinên mafên mirovan ên li Srî Lankayê ji bo du salên din dirêj kir û bi vî rengî hêvî da mexdûran. -
Li Fransayê piştî îstifaya serokwezîr pênc dibeyî
Fransa, piştî ku Serokwezîr Sébastien Lecornu tenê rojek piştî damezrandina hikûmeta xwe îstifa kir, ket nava qeyraneke siyasî ya nû. Serokkomar Emmanuel Macron, ji ber ku di parlamentoyê de piraniyê peyda nekir, di avakirina hikûmeteke nû de zoriyan diki -
Li Fransayê serokwezîr îstîfa kir, krîza siyasî kûr dibe
Fransa ji sala 2014’an û vir ve ji ber bêîstîqrariya siyasî diheje. Serokwezîr Sebastien Lecornu îstîfa kir û Serokkomar Emmanuel Macron ev îstîfa qebûl kir. -
Xelata Tipê ya Nobelê ji sê lêkolînerên immunolojiyê re hate dayin
Xelata Tipê ya Nobelê ya 2025'an ji zanyarên Emerîkî Mary E. Brunkow û Fred Ramsdell û lêkolînerê Japon Shimon Sakaguchi re hate dayin. -
Ûkraynayê bi sedan dronan êrîşî Rûsyayê kir
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku Ûkraynayê di tevahiya şevê de êrîşeke berfireh pêk anî. Li gorî wezaretê 251 dronên Ûkraynayê hatine îmhakirin. -
Hejmara miriyên di barana zêde ya Nepal û Hindîstanê de gihişt 60’an
Li Nepal û bakurê rojhilatê Hindîstanê, ji ber baranên zêde, lehî û hezazê di 48 saetên dawî de herî kêm 60 kes jiyana xwe ji dest dan. -
Koreya Bakur: Me li hember leşkerên Emerîkî yên li Koreya Başûr tedbîrên taybet girtin
Serokê Koreya Bakur Kîm Jong-un, ragihand ku wan li hemberî leşkerên Emerîkî yên li Koreya Başûr hatine bi cih kirin, ‘tedbîrên taybet’ girtine. -
Li Nepalê ji ber barana zêde herî kêm 42 kes mirin
Li Nepalê ji roja Înê û vir ve ji ber barana zêde, hezaz, lehî û bahozê herî kêm 42 kes mirin, 5 kes jî winda bûn. -
Li Fasê prostoyên GenZ 212 di roja 8'emîn de dewam kirin
Li Fasê protestoyên ku bi banga kolektîfa ciwanan a bi navê GenZ 212 destpê kirin, di roja 8'emîn de dewam kirin. Xwepêşandêr daxwaza xizmeteke hîn baş a tenduristî û perwerdeyê dikin. -
Li Hindistanê skandala şirûba kuxikê: Herî kêm 9 zarok mirin
Li sê eyaletên Hindistanê firotina şirûba kuxikê hate qedexekirin ku bi madeyeke kîmyewî ya kujer gemarî bûye. Hate ragihandin ku ji ber şirûbê herî kêm 9 zarok mirin ku temenê wan kêmî pênc salî bû. -
Trump ji Hamasê re banga ‘şansa dawî’ heta Yekşemê kir
Serokê DYE’yê Donald Trump, bi îdiaya ku li Rojhilata Navîn peymaneke aştî ya dîrokî hatiye çêkirin, ji Hamasê re heta êvara Yekşemê dem danî. Trump diyar kir ku heke peyman neyê pejirandin, wê êrîşeke “ku kesî berê nedîtiye” dest pê bike.