Li Sûdanê şer tund dibe: Zêdeyî 36 hezar sivîl ji cihên xwe hatin kirin

Ji ber şerê li herêma Darfur a li rojavayê Sûdanê û derdora wê, zêdeyî 36 hezar sivîl malên xwe terk kirin.

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) a girêdayî Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di hefteya dawî de ji 5 qadên li eyaleta Bakurê Kordofan 36.825 kes reviyan.

Piştî ku Hêzên Piştevaniya Bilez (HDK) kelha artêşa mezin a dawî bajarê El-Faşir a li Darfurê bi dest xist, şer belavî herêma Bakurê Kordofan bû.

Niştecihên herêmê ragihandin ku di navbera artêş û HDK’ê de li derdora paytexta eyaletê El-Obeid pevçûnên tund qewimîn.