Li Vietnamê bîlançoya lehiyê giran bû: 35 mirî, 5 winda

Li bajarên peravî yên li herêma navîn a Vietnamê, ji ber barana zêde û lehiyê di nava hefteyekê de herî kêm 35 kes mirin. 5 kes jî hîn winda ne, bi hezaran mal di nava avê de man.

Daîreya Bendan û Rêveberiya Afetan a Vietnamê (VDDMA) diyar kir ku li bajarên Huê, Da Nang, Lam Dong û Quang Tri'yê mirovan jiyana xwe ji dest dan.

Bajarê Hoi An ê di lêısteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO de ye, ku li bajarê Huê yê dîrokî ye, yek ji wan deveran e ku bandora herî giran lê bû. Li Hoi An'ê kolan tijî av bû, zemînê dikanan di bin avê de man.

Rayedaran diyar kirin ku hejmara qurbaniyan gihîştiye 35 kesan û 5 kes jî hîn winda ne.

Li gorî rayedaran zêdeyî 16.500 mal di nava avê de man, 5.000 hektar zeviyên çandiniyê zerar dîtin û 16.000 heywan mirin. Hate ragihandin ku zêdeyî 150 caran hezazê rû da, gelek rê jî xera bûn.