Ji Latîn Emerîka û Yekîtiya Ewropayê nerazîbûna hevpar a li dijî 'bikaranîna hêzê'

Di roja destpêkê ya civîna bilind a CELAC-Yekîtiya Ewropayê de ku li Kolombiyayê hate lidarxistin, ji Latîn Emerîka û Yekîtiya Ewropayê nêzî 50 welatan daxuyaniyeke hevpar weşandin ku bikaranîna hêza li dijî hiqûqa navneteweyî red kirin.

Di civîna bilind de ku bi giştî 60 welat tevlî bûn, Venezuela û Nikaraguayê mohra xwe dananî binê belavokê. Di metna hevpar de hate gotin, "Em dubare dikin ku em li dijî her cûre gef û bikaranîna hêzê ya li dijî hiqûqa navneteweyî û Şertê Neteweyên Yekbûyî ne."

Di demekê de ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) li Karîbîk û Pasîfîkê bi îdîaya narkotîkê êrişan dibe ser keştiyan, vê belavokê bal kişand.

Serokdewletê Kolombiyayê Gustavo Petro û Serokdewletê Brezîlyayê Luiz Inacio Lula da Silva operasyonên leşkerî yên DYE'yê yên li herêmê rexne kirin û ev yek weke "Jinûve geşkirina polîtîkayên zextê û destwerdana neqanûnî" pênase kirin.

Alîkara Seroka Komîsyona Ewropayê Kaja Kallas jî got, "Bikaranîna hêzê tenê di çarçoveya parastina rewa û bi biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dibe."

Di daxuyaniya hevpar de her wiha hilweşîna mirovî ya ji ber şerê li Ukraynayê jî hate şermezarkirin. Hate ragihandin ku Venezuela û Nikaragua ji ber xalê tevlî belgeyê nebûn.

Civîna bilind wê vê Duşemê dewam bike.