Li Fîlîpînê bagera super: Nêzî milyonek mirov hatin veguhestin
Li Fîlîpînê ji ber bagera super Fung-wong ku nêzîk dibe nêzî milyonek mirov ji bo cihên ewle hatin veguhestin.
Li Fîlîpînê ji ber bagera super Fung-wong ku nêzîk dibe nêzî milyonek mirov ji bo cihên ewle hatin veguhestin.
Saziya meteorolojiyê ya neteweyî ragihand ku bager ji qadeke gelekî berfireh pêk tê ku dikare li seranserê welêt belav bibe û hêza wê jî saetê 185 kîlometre, li hin deveran jî digihêje 230 kîlometreyî. Tê payin ku Fung-wong nîvê şevê bigihêje qada bejahî.
Bager Fung-wong piştî bagera Kalmaegi rû da ku li Fîlîpînê dawiya hefteyê bû sedema mirina herî kêm 204 kesan. Lewma ev rewş dibe cihê fikaran. Tê payin ku bager bandoreke yekser li Girava Catanduanesê ya li bakurrojhilatê Fîlîpînê bike. Şêniyên giravê malên xwe bi rêya werîsan qewîn dikin û bi vî rengî hewl didin tedbîran werbigirin.
Li gorî rayedaran, bager dikare bibe sedema baraneke zêde û rabûna lehiyê, rûdana hezazê.