CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Tayland-Malezyayê keştiya koçberan binav bû: Herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dan
Rayedarên Tayland û Malezyayê dan zanîn ku keştiyeke ku gelek koçberên Rohingyasyê têde binav bûye, herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dane û xebatên lêgerînê hatine zêdekirin. Tê ragihandin ku hê jî gelek kes winda ne. -
Ji Latîn Emerîka û Yekîtiya Ewropayê nerazîbûna hevpar a li dijî 'bikaranîna hêzê'
Di roja destpêkê ya civîna bilind a CELAC-Yekîtiya Ewropayê de ku li Kolombiyayê hate lidarxistin, ji Latîn Emerîka û Yekîtiya Ewropayê nêzî 50 welatan daxuyaniyeke hevpar weşandin ku bikaranîna hêza li dijî hiqûqa navneteweyî red kirin. -
Li Fîlîpînê bagera super bîlançoyeke giran li pey xwe hişt
Li Fîlîpînê bagera super Fung-wong ku bi şev bandor li welêt kir, xisareke mezin li pey xwe hişt. Ji ber bagerê herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî milyone mirov ji cih û warê xwe bûn. -
Rageşiya Pakîstan û Efganîstanê didome
Wezareta Karên Derve ya Pakîstanê, diyar kir ku ew amade ne li gel rayedarên Efganîstanê diyalogê bidomînin û got ku lê divê ‘pirsgirêkên ewlehiyê yên esasî’ yên têkildarê ewlehiya sînor û fealiyeta komên çekdar bên çareserkirin. -
Li Fîlîpînê bagera super: Nêzî milyonek mirov hatin veguhestin
Li Fîlîpînê ji ber bagera super Fung-wong ku nêzîk dibe nêzî milyonek mirov ji bo cihên ewle hatin veguhestin. -
Li Sûdanê hêzên paramîlîter pêşniyara agirbestê qebûl kirin
Li Sûdanê Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HPL) piştî şerê bêhtirî du salan, agirbesta mirovî ya ku ji aliyê koma bi pêşengiya DYE’yê hatiye pêşniyar kirin qebûl kir. Lê belê artêşa Sûdanê (SAF) hê agirbestê erê nekiriye. -
Koreya Bakur fuzeya balîstîk avêt Derya Japon
Koreya Bakur demeke kurt piştî erêkirina plana Koreya Başûr a ji bo avakirina keştiya binê avê ya bi enerjiya nukleerê ya ji aliyê DYE'yê ve, fuzeyeke balîstîk a nehate pênasekirin avêt Derya Japon. -
Li Karîbîkê êrîşên DYE’yê didomin, nerazîbûna ‘înfaza bêdaraz’ mezin dibe
Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li Behra Karîbîkê keştiyeke ku dihat îdîakirin ayîdê firoşkarên tiryakê ye, hedef girt. -
Li Vîetnamê ti tişt nikare xwe li ber bagera Kalmaegi bigire: 5 mirî
Bagera Kalmaegi ku li Fîlîpînan bû sedema mirina herî kêm 188 kesan, şeva Pêncşemê gihişt Vîetnamê. -
Di bagera li Fîlîpînê de herî kêm 140 kes mirin
Bagera Kalmaegî ya ku li Fîlîpîniyê xist, bû sedema ku li seranserê welêt wêraniyek mezin rû bide. Li gorî bîlançoya nû herî kêm 140 kes mirine. -
DYE’yê ji NY’ê xwest ku pêkanînên li ser Şara rake
DYE'yê ji Konseya Ewlehiyê ya NY’ê re pêşnûmayeke ku dixwaze pêkanînên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên li ser Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ahmed El Şara û Wezîrê Karên Hundirîn Enes Hattab were rakirin, pêşkêş kir. -
Şerê droneyan û rewşa li Sûdanê
Senaryoya herî xeter ew e ku Darfor di navbera hêzên herêmî de bibe qadeke şerê bêdawî. Ev jî xeteriya mezinbûna pevçûnê ji bo herêmên din jî çêdike, aloziya heyî kûrtir dike û çareseriya siyasî zehmetir dike. -
Li bajarê El Ubeyd ê Sûdanê êriş: Herî kêm 40 sivîl hatin qetilkirin
Li bajarê El Bueyd ê Sûdanê, di encama êrişekê de herî kêm 40 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Li Fîlîpînan Bagera Kalmaegi: Zêdeyî 90 kes mirin
Ji ber bagera Kalmaegi ya li Fîlîpînan, zêdeyî 90 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Koreya Başûr: Koreya Bakur 5 hezar leşker şandine Rûsyayê
Li gorî agahiyên îstîxbarata Koreya Başûr, ji meha Îlonê ve nêzîkî 5,000 leşkerên Koreya Bakur ji bo "beşdarî ji nû ve avakirina binesaziyê bibin" şandine Rûsyayê. -
Bîlançoya erdheja Efganistanê zêde dibe: 27 kes jiyana xwe ji dest dan û 956 kes jî birîndar bûn
Hejmara kesên di erdheja bi pileya 6.3 li bakurê Efganistanê de jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 27 kesan. Wezareta Tenduristiyê ragihand ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûne. -
Li Fîlîpînê Bagera Kalmaegî: Herî kêm 26 kes mirin
Bagera Kalmaegî ya ku li Fîlîpînê xistî, herêmek berfireh di bin avê de hişt. Li gorî bîlançoya Daîreya Parastina Sivîl a welêt, herî kêm 26 kes mirin e. -
Jamaika, piştî bahozê hewl dide birîna xwe derman bike: Herî kêm 32 qurbanî
Li Jamaikayê piştî bahoza Melissa ku bahoza herî bihêz bû wêraniyek mezin bi xwe re çêkir. Hejmara qurbaniyan derket 32 kesan. -
Bahoza Kalmaegi: Navenda Filipînê di bin avê de ma
Herêmên navînî yên Filipînê ji ber baranên zêde yên Bahoza Kalmaegiyê di bin avê de man. Li welêt herî kêm du kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Trump gefa destwerdana leşkerî ya li dijî Nîjeryayê nû kir
Serokê Emarîkayê Donald Trump, îdîayên ‘zilma’ li ser Xiristiyan weke hincet nîşan da û gefa destwerdana leşkerî ya li dijî Nîjeryayê dubare kir. -
Şîrketa Lafarge li Sûriyeyê bi tewanbariya ‘fînanskirina terorê’ tê darizandin
Rûniştina doza der barê şîrketa Lafarge ya Fransayê û rêveberên wê yên berê de ku bi ‘fînansekirina rêxistinên terorê’ a li Sûriyeyê têne tawanbarkirin, wê roja Sêşemê li Parîsê destpê bike û heta 16’ê Kanûnê bidome. -
Li Sûdanê şer tund dibe: Zêdeyî 36 hezar sivîl ji cihên xwe hatin kirin
Ji ber şerê li herêma Darfur a li rojavayê Sûdanê û derdora wê, zêdeyî 36 hezar sivîl malên xwe terk kirin. -
Li Efganistanê erdheja bi 6.3 pileyî: Herî kêm 20 mirî, 320 birîndar
Li bakurê Efganistanê şeva Yekşemê bi 6.3 pileyî erd hejiya. Herî kêm 20 kes mirin, zêdeyî 320 kes birîndar bûn. -
Li Vietnamê bîlançoya lehiyê giran bû: 35 mirî, 5 winda
Li bajarên peravî yên li herêma navîn a Vietnamê, ji ber barana zêde û lehiyê di nava hefteyekê de herî kêm 35 kes mirin. 5 kes jî hîn winda ne, bi hezaran mal di nava avê de man. -
Rageşiya Venezuela-DYE mezin dibe: Li Karîbîkê di êrişê de 3 kes mirin
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li Karîbîkê careke din êriş bir ser keştiyekê ku hate îdîakirin a bazirganên narkotîkê ye. Hate ragihandin ku di encama êrişê de 3 kes mirine.