Venezuelayê nerazîbûn nîşanî Trump da ku ‘qada hewayî girtî îlan kir’
Hikûmeta Venezuelayê nerazîbûneke tund nîşanî Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump da ku qada hewayî ya welêt ‘bi temamî girtî’ îlan kir.
Hikûmeta Venezuelayê nerazîbûneke tund nîşanî Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump da ku qada hewayî ya welêt ‘bi temamî girtî’ îlan kir.
Di daxuyaniya fermî ya 29’ê Mijdarê de hat diyarkirin ku Trump hewl dide mudaxileyî desthilatdariya neteweyî ya Venezuelayê, ewlehiya wê ya hewayî û xaka wê bike. Venezuela ragihand ku gefên wiha bi eşkere madeya 2(4). a ku bikaranîna hêzê ya Şertê NY’ê qedexe dike, binpê dike.
Hikûmeta Venezuela daxuyaniya Trump weke “gefeke mêtinger û êrîşeke derqanûnî û neheq” pênase kir.
Piştî banga Trump a li ser hesabê X’ê di qada hewayî ya herêmî de nediyarî çêbû. Wezareta Parastinê ya Trinidad û Tobago ragihand ku li qadên wan ên hewayî ti astengî nînin û gotinên li ser medyaya dîjîtal weke “agahiya şaş û hewldana çêkirina fikarê” pênase kir.
Her wiha hin rêyên hewayî piştî hişyariyên “liv û tevgerên leşkerî” ya li herêmê zêde dibin, firînên Venezuelayê rawestandibûn. DYE jî ev liv û tevgera leşkerî bi hinceta “têkoşîna li dijî narko-terorê” diparêze.
Nicolas Maduro jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku desthilatdariya welatê wî li hemberî ti gefa hêzên derve serî natewîne û got, “Tenê saziyên Venezuelayê dikarin têkildarî qada me ya hewayî biryar bidin.”