Hejmara qurbaniyên di şewata li Hong Kongê de derket 151’an

Rayedarên Hong Kongê, diyar kir ku ew ê li hemberî agahiyên nepiştrastkirî yê têkildarê şewata li avahiya niştecihbûnê ya Wang Fuk Court ‘tedbîr’ bigirin.’ Hejmara qurbaniyên şewatê derket 151 kesan.

Hefeteya bihurî roja Çarşemê piştî nîvro agir bi avahiyek niştecihbûnê yê bi navê Wang Fuk Courtê ku ji 31 qatî pêk tê, ket. Ji ji sala 1980’an û vir ve li cîhanê ji bilî (qulîbeyên şevê, girtîgeh û navendên danûstandinê’ bûyerek bi vî rengî ku bûye sedema ewqas qurbanî nehatiye jiyîn.

Rayedarê polîsan Tsang Shuk-yin, diyar kir ku hejmara qurbaniyan gihîştiye 151 û got ku dibe ev hejmar zêdetir be.

Berpirsê Ewlehiyê Chris Tang, bal kişand ser hin parvekirinên li ser medyaya civakî ku ‘şaş in û ewlehiya neteweyî tehdîd dike’ û got ku ew ê li hemberî vê yekê polîs jî di nav de bikevin nava tevgerê.

Polîsan piştî bûyera şewatê 13 kes (12 mêr û jinek) binçav kirin. Avahiya ku ji nêzîkî 2 hezar xaniyan pêk tê, di xebatên nûkirinê de bû û ji aliyê niştecihan ve dihat bikar anîn. Derbarê bûyerê de lêkolînên berfireh dewam dikin. Bûyer li bajêr tirsek mezin çêkir û bangên hesabpirsînê ji berpirsiyaran zêde dibin.