Li başûrrojhilatê Asyayê felaketa lehiyê: Li çar welatan zêdeyî 620 kes mirin

Li Endonezya, Tayland, Malezya û Srî Lankayê, ji ber barana zêde lehî rabû, hezazê rû da. Di encamê de zêdeyî 620 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daneyên ji aliyê rayedarên xwecihî yên çar welatan ve hate eşkerekirin, herî kêm 626 kes mirin, bi sedan kes winda bûn. Fikar hene ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.

LI ENDONEZYAYÊ ZÊDEYÎ 300 KES MIRIN

Herî zêde li Endonezyayê mirovan jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku 300 kes mirin. Tenê li Girava Sumatrayê zêdeyî 270 kes winda ne. Li Sumatra Bakur jî 166 kes, li Acehê 47 kes, li Sumatra Rojava 90 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li hin herêman av bi qasî 3 metreyî bilind bû. Hate ragihandin ku kapasîteya morgan tijî bûye û qemyonên sarkirinê ketine dewrê.

LI TAYLANDÊ 162 KES MIRIN

Li herêmên başûr ên li Taylandê ji ber lehiyê 162 kesan jiyana xwe ji dest dan. Serokwezîr Anutin Charnvirakul serdana navendeke stargehê ya li herêmê kir û "Ji ber vê rewşê" lêborîn ji gel xwest. Her wiha anî ziman ku karê paqijkirinê dibe ku 2 hefteyan dewam bike. Hikumetê diyar kir ku ji bo malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan wê 62 hezar dolar tazmînat bê dayin.

LI MALEZYAYÊ 2 KES MIRIN

Li eyaleta Perlisê ya li bakurê Malezyayê 2 kesan ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan.

LI SRÎ LANKAYÊ HERÎ KÊM 159 KES MIRIN

Bagera Ditwahê ku baran zêde kir, li Srî Lankayê bû sedema hilweşîneke mezin.

Li welêt 159 kesan jiyana xwe ji dest dan, 190 kes winda ne û 900 hezar kes ji bo herêmên bi ewle hatin veguhestin. Hikumetê rewşa lezgîn ragihand û banga alîkariya navneteweyî kir.