CPI’yê ofîsa xwe ya li Caracasê girt: Hikûmeta Maduro berteke tund nîşan da
Dadgeha Cazayî ya Navneteweyî (CPI) bi hinceta ku li gel hikûmeta Venezuelayê zêde hevkarî nehatiye bidestxistin, biryar da ku ofîsa xwe ya li Caracasê bigire.
Dadgeha Cazayî ya Navneteweyî (CPI) bi hinceta ku li gel hikûmeta Venezuelayê zêde hevkarî nehatiye bidestxistin, biryar da ku ofîsa xwe ya li Caracasê bigire.
CPI’yê di daxuyaniya xwe de ragihand ku wê biryar daye ku ofîsa xwe ya li Caracasê bigire.
Dadgehê da zanîn ku ew ê lêpirsîna xwe ya têkildarî sûcên li dijî mirovahiyê yên di protestoyên sala 2017’an de hatine kirin jî bidomîne.
Hikûmeta Venezuelayê li hemberî vê biryarê nerazîbûnên xwe nîşan da û CPI bi ‘’bicihneanîna berpirsiyariyên xwe’’ û bikaranîna edaletê ya ‘’di çarçoveya armancên siyasî de’’ sûcdar kir.
Li gorî Caracasê, ofîsa CPI’yê tu têkariyeke erênî li welêt nekiriye û hevkarî pêş nexistiye.
Di sala 2018’an de welatên weke Arjantin, Kolombiya, Şili, Paraguay, Peru û Kanadayê bi îdîaya ku Venezuelayê mafên mirovan binpê kirine serî li CPI’yê dabûn û jêre gilî kirîbûn.
Di sala 2021’an de dadgehê lêpirsîna fermî dabû destpêkirin û hikûmeta Maduro qebûl kiribû ku li welêt şert û mercên xebitîna CPI’yê misoger bike.
CPI’ya di sala 2002’an de hate avakirin, tekane dadgeha navneteweyî ye ku rayeya wê heye derheqê sûcên herî giran ên weke komkujî, sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê de lêpirsînê bide destpêkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku dadgehê biryara xwe ya berbehs di dema kûrbûna krîza di navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Venezuelayê de û zêdebûna gefên mudaxeleya leşkerî yên DYE’yê de daye.