CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Zelenski: Piştî şer qediya, ez amade me dest ji wezîfeyê berdim
Serokdewletê Ûkraynayê Volodimir Zelenski got, piştî ku şerê bi Rûsyayê re qediya, ew amade ye dest ji wezîfeyê berde. -
Li gorî Koreya Başûr stoka ûranyûmê ya Koreya Bakur dibe ku gihîştibe 2 tonî
Wezîrê Yekbûnê yê Koreya Başûr Chung Dong-young îdîa kir ku Koreya Bakur dibe ku bi 20 tonî xwedî ûranyûma di asteke bilindkirî de be. -
Li Sûdanê êrîşa li sûkê: Herî kêm 15 kes mirin
Li herêma Darfûrê ya li rojavayê Sûdanê, li bajarê el Faşerê bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êrîş li qadeke bazarê hate kirin. Di encamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn. -
Çîn amade ye dest ji statuya 'welatê radibe' berde
Çînê ragihand ku ew amade ye dest ji statuya "Nêzîkatiya cuda û taybet" berde ku Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê (RBC) ji bo welatên radibin-bi pêş dikevin, nîşan dide. -
Li Taywanê ji ber bagerê bend hilweşiya: Herî kêm 14 mirî, bi sedan windahî
Li rojhilatê Taywanê ji ber bagera super Ragasa hezazê rû da, di encamê de bendek hilweşiya û herî kêm 14 kes mirin. -
Cotkarên Fransayê li dijî peymana YE-Mercosurê banga daketina qadan kirin
Sendîkaya Confédération paysanne (Konfederasyona Gundiyan) li Fransayê, li dijî peymana bazirganiya azad a di navbera Yekîtiya Ewropayê (YE) û Mercosur de hatî îmzekirin, bang kir ku dakevin qadan. -
YE’yê û Endonezyayê peymaneke bazirganiyê îmze kirin
Yekîtiya Ewropa (YE) û Endonezya piştî danûstandinên dirêj li Balî peymana bazirganiyê îmze kirin. Peyman piştî zêdebûna baca gumrikê ji aliyê DYE'yê ve bileztir bû. -
Li Pakîstanê di êrîşeke hewayî de 23 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Li herêmên çiyayî yên sînorê Efxanîstan û Pakîstanê, di êrîşeke bombebarana hewayî de herî kêm 23 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. -
DYE statuya parastina koçberên Sûriyeyî bi dawî dike
Wezareta Ewlekariya Hundirîn a DYE'yê ragihand ku wê statuya parastina koçberên Sûriyeyî ya ji dersînorkirinê bi dawî bike. -
Li Peruyê protestoyên li dijî hikûmetê: 18 birîndar
Li paytexta Peru, Lîmayê roja yekşemê bi sedan kes li dijî hikûmetê û kongreyê çalakiyên protestoyî lidar xistin. Xwepêşandan piştî pevçûnên dijwar ên beriya rojekê qewimîn ku 18 kes birîndar bûn, pêk hat. -
Bîlançoya teqîna tankera gazê ya li Meksîkayê giran bû
Li paytexta Meksîkayê Mexîco Cîty di 10’ê Îlonê de tankerek gazê teqiya bû. Hejmara qurbaniyên bûyerê derket 29 kesan. -
Koreya Bakur bi ‘şertekê’ ji bo diyaloga bi DYE’yê re amade ye
Lîderê Koreya Bakur Kim Jong Un ragihand ku welat amade ye ku car din bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re peywendiyê çêbike. Yekane şert ew e ku Washington ji Pyongyang nexwaze ku dest ji bernameya çekên nukleer berde. -
Kanada, Awûstralya û Brîtanyayê Dewleta Filistînê fermî nas kirin
Hikûmetên Kanada, Awûstralya û Brîtanyayê roja Yekşemê 21’ê Îlonê ragihandin ku ew bi fermî Dewleta Filistînê nas dikin. -
Emerîka hejmartina têkildarê birçîbûnê rawestand, pisporan nerazîbûn nîşan dan
Hikûmeta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ragihand ku ew rapora hejmartina bêewlehiya xwarinê li welêt rawestand. -
Trump têkildarî 'Baregeha Bagram'ê gef li Talîbanê xwar
Serokê DYE'yê Donald Trump di ser Baregeha Hewayî ya Bagramê gef li rêveberiya Efganistanê xwar. -
YE’yê ji bo Rûsyayê 19’emîn pakêta pêkanînan pêşniyar kir
Komîsyona Ewropayê li dijî Rûsyayê 19’emîn pakêta pêkanînan pêşniyar kir. -
Li Sûdanê li dijî kampa penaberan êrîş: 75 kes mirin
Li herêma Darfûr a Sûdanê li dijî kampa penaberan a bi navê Abû Çok êrîşeke bi balafirên bêmirov hat kirin û di encamê de 75 kes mirin. -
Îranê pêşnûmeqanûna têkildarî qedexeya êrîşa li ser tesîsa nukleer, paşve kişand
Îranê şeva pêncşemê li desteya giştî ya salane ya Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (UAEA) pêşnûmeqanûna ji bo qedexekirina êrîşên li ser tesîsên nukleer anî rojevê. Îranê ev pêşnûmeqanûn di kêliya dawî de paşve kişand. -
Trump Baregeha Hewayî ya Bagram a li Efganistanê jinûve dixwaze
Serokê DYE'yê Donald Trump ragihand ku ji bo Baregeha Hewayî ya Bagram a li Efganistanê jinûve bi dest bixe, dixebitin. -
Li Rûsyayê bi pileya 7.8 erdhej çêbû
Li Nîvgirava Kamçatka ya li rojhilatê Rûsyayê bi pileya 7.8 erdhej çêbû. Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê hat kirin. -
Rêxistina Efûyê: ‘Piştgiriya sîstema apartheid û qirkirinê ya Îsraîlê rawestînin’
Amnesty International, bang li dewlet û şîrketan kir ku hemû xebatên ku piştgirî dide ‘sîstema apartheid’ û qirkirinê ya ku Îsraîl li Xezeyê pêk tîne, bigirin. -
Li peravên Lîbyayê trajediya koçberiyê: Bi dehan kes winda ne
Li peravên bajarê Tobrûkê yê li rojhilatê Lîbyayê, karesateke din a koçberiyê rû da. Bi dehan kes li ber avê ketin û winda bûn. -
YE, Hindistanê hişyar kir: Hevkariya bi Rûsyayê re wê zirarê bide têkiliyan
Nûnera Bilind a Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas ji ber ku Hindistan ji Rûsyayê petrolê dikire û beşdarî tetbîqatên leşkerî yên Moskowê dibe hişyar kir û daxuyand ku ev yek wê bandorek neyînî li ser têkiliyên wan bike. -
Li Nîjerê di êrîşa çekdarî de 22 gundî hatin kuştin
Li rojavayê Nîjerê li herêma Tillaberi ya li nêzî sînorê Maliyê, di êrîşeke çekdarî de 22 gundiyan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Xezeyê di 24 saetên dawîn de 59 kesan jiyana xwe ji dest dane
Wezareta Tenduristiyê ya girêdayî Hamasê ya li Xezeyê diyar kir ku di encama êrîşên Îsraîlê yên 24 saetên dawîn de 59 kesan jiyana xwe ji dest dane.