Serokkomarê Madagaskarê ji welêt reviya û artêş reveberiyê jê dewr digire

Serokkomarê Madagaskarê yê xistî Andry Rajoelina da zanîn ku wî ji ber ‘’gefên kuştinê’’ ji welêt derketiye. Daxuyaniya Rajoelina, piştî protestoyên li welêt û mudaxeleya leşkerî hate dayîn.

Di daxuyaniya ji aliyê ekîba Serokkomar ve hatî dayîn dehate diyarkirin ku Serokkomar Andry Rajoelina di navbera 11 û 12’ê Cotmehê de welêt terikaniye û ji ber gefên kuştinê yên gelekî cidî ew birine cihekî ewle

Radyoya Fransiz RFI’yê dabû zanîn ku Rajoelina roja Yekşemê bi balafireke artêşa Fransayê bi awayekî veşartî ji welêt hatiye derxistin. Rajoelina jî roja Duşemê di axaftineke xwe de bes gotibû ku ew li ‘’cihekî ewle ye.’’

ARTÊŞÊ DEST DANÎ SER RÊVEBERIYÊ

Piştî protestoyên ku bi hefteyan e berdewam dikin artêşa Madagaskarê dest danî ser rêveberiyê. Di encama xwepêşandanên ku ji dawiya Îlonê heya didomin de herî kêm 22 welatiyan jiyana xwe ji dest daye û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûne. Pêşengtiya protestoyan ji aliyê tevgera ciwanan a bi navê ‘’Gen Z’’ ve hatibû kirin.

Serheng Randrinirina li ser navê artêşê daxuyaniyek da û da zanîn ku ew ê weke ‘’Serokê Jinûveavakirina Komarê’’ roja Înê bi merasîma fermî sond bixwe. Randrinirina diyar kir ku ev ‘’ne derbeyek e, standina berpirsiyariyê ye’’ û got: ‘’Welêt di rewşeke pir xirab de bû.’’

SERDEMA NÛ

Hate ragihandin ku  komîteyeke ku ji artêş, cendirme û nûnerên polîsan pêk tê wê pêvajoya jinûvevesakirina saziyên welêt kontrol bike.

Tevgera Gen Z a xwepêşandan dane destpêkirin, mudaxeleya artêşê weke ‘’rizgariya welêt’’ silav kir.