Trump: Ger Hamas agirbestê binpê bike ‘wê were tunekirin’

Serokê DYE’yê Donald Trump anî ziman ku ji bo li Xezeyê şer bi dawî bibe ew dixwaze şensekî din ê biçûk bide domandina nexşerêyê û gefa ger Hamas agirbestê binpê bike ew ê were tunekirin xwar.

Trump, di daxuyaniya xwe de hişyarî da Hamasê ku ger agirbestê bi cih neyne ew ê were kirin û Alîkarê Serok JD Vance jî piştî şer û pevçûnên tund ji bo xurtkirina agirbesta li Xezeyê ya lawaz wê roja Sêşemê biçe Îsraîlê.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) roja Duşemê ji rojnamegeran re axivî û got: ‘’Me bi Hamasê re lihevkirinek îmze kir, ew ê bisekinin, yan na ger hewce bike em ê wan tune bikin.’’ Trump anî ziman ku ji bo li Xezeyê şer bi dawî bibe ew dixwaze şensekî din ê biçûk bide domandina nexşerêyê

Sermuzakerevanê Hamasê Halil El-Hayya diyar kir ku tevger wê agirbestê bi cih bîne û da zanîn ku ew di mijara derxistina cenazeyên dîlgirtiyên Îsraîlî de li rastî zehmetiyan tên.

El-Hayya, roja Sêşemê daxuyaniyek da kana Al-Qahera News a Misrê û got: ‘’Ji bo bicihanîna vê em gelekî dixebitin.’’

Hayya bi bîr xist ku Îsraîl dixwaze roja Sêşemê hemû cenazeyên dîlgirtiyan werin radestkirin û ev yek anî ziman: ‘’Wê lihevkirina Xezeyê berdewam bike, çimkî em vê yekê dixwazin û em bi biryar in ku lihevkirinê bi cih bînin.’’

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu jî li ser medyaya dijîtal X’ê daxuyaniyek da û got: ‘’Di vê mijarê de em ê bi tu awayî tawîzê nedin û heya ku hemû dîlgirtiyên jiyana xwe ji dest dane tên radestkirin, em ê bixebitin.’’

Binyamin Netanyahu, piştî ku roja Duşemê bi nûnerên DYE’yê Steve Witkoff û Jared Kushner re hevdîtin pêk anî wê îro bi Alîkarê Serokê DYE’yê JD Vance re hevdîtinê pêk bîne.

Binyamin Netanyahu got: ‘’Em ê li ser du mijaran biaxivin. Pirsgirêkên ewlehiyên yên em bi rû bi rû mane û derfetên dîplomatîk ên li pêşiya me disekinin. Em ê pirsgirêkan derbas bikin û derfetan binirxînin.’’

TEVÎ AGIRBESTÊ JÎ 153 TON BOMBE

Tevî agirbestê jî hate ragihandin rojekê beriya niha di encama êrşên Îsraîlê de herî kêm 45 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane û di nava van de sivîl û rojnamevanek hebûye. 

Artêşa Îsraîlê îdîa dike ku ew bersivê dide êrîşên Hamasê û roja Yekşemê dabû zanîn ku li Refahê du leşkerên wê di encama şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane. Netanyahu piştî mirina van leşkeran da zanîn ku artêşê roja Yekşemê ‘’153 ton bombe’’ avêtiye Xezeyê.

QONAXA DIN A PLANÊ

Heyeta Hamasê jî roja Yekşemê li Qahîreyê bi navbeykarên Misrî û Qeterî re ji bo goftugokirina mijarên agirbes û diyaloga navxweyî ya Filistînê hevdîtin pêk anî.

Li gorî Trump qonaxa din a planê bêçekkirina Hamasê û efûkirina milîtanan yan jî sirgûnkirina wan û vekişîna Îsraîlê ya ji Xezeyê ye.

Li gorî planê, nabe ku di rêveberiya Xezeyê de roleke Hamasê hebe. Hamas jî heya niha bêçekkirinê red dike û dixwaze Îsraîl bi temamî ji herêmê vekişe.