Trump li dijî Venezuelayê ‘operasyona CIA’yê’ erê kir

Serokê DYE’yê Donald Trump, ragihand ku wî operasyonên veşartî yên CIA’yê yên li dijî Venezuelayê erê kiriye û êrîşên hewayî yên muhtemel li ser axa welêt dinirxînin. Ev daxuyanî rastî nerazîbûnek tund a rêveberiya Caracasê hat.

Trump, nûçeya New York Times’ê ya li ser operasyoneke veşartî ya CIA’yê piştrast kir, lê têkildarê hûrgiliyan tiştek parve nekir.

Trump, Serokkomarê Venezuela Nicolas Maduro bi "terorîzma narkotîkê" û "şandina sûcdaran bo DYE’yê" sûcdar kir.

Li ser pirsa rojnamevanek ku gelo wî destûr daye CIA’yê ku Maduro bênbandor bike’ Trump bersiva “Ji bo min bûdelayî ye ku bersiva vê pirsê bidim.”

Rêveberiya Trump, ragihand ku wan li avên navneteweyî pênc kelekên ku tê îdiakirin madeyên hişber hildigirin xistiye û 27 kes kuştine.

ÎHTÎMALA OPERASYONA BEJAHÎ

Hêzên Deryayî yên Emerîkayê her wiha heşt keştiyên şer û binaviyeke nukleerî li peravên Venezuelayê bi cih kirine. Trump, îşaret bi îhtîmala operasyoneke bejayî kir û got, "Kontrola derayî di destê me de ye, niha em ji aliyê bejahiyê ve dişopînin.”

MADURO NERAZÎBÛNEK TUND RABER KIR

Maduro, van daxuyaniyan wekî "gefên leşkerî" bi nav kir, tetbîqatek leşkerî li seranserî welêt da destpêkirin û ji bo hêzên şûngir bang kir.

Maduro, bi rengekî tund nerazîbûn nîşan da û got, "Na ji şerê li Karayîban re, na ji guhertina rejîmê re, na ji derbeyên CIA’yê re."

Wezareta Derve ya Venezuelayê helwesta Emerîkayê wekî "binpêkirina qanûna navneteweyî" bi nav kir.