NY: Divê Îran dawî li cezayên darvekirinê bîne
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ji Îranê xwest ku dawî li cezayên darvekirinê bîne û qanûnên cudakariyê yên li dijî jinan betal bike.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ji Îranê xwest ku dawî li cezayên darvekirinê bîne û qanûnên cudakariyê yên li dijî jinan betal bike.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di derbarê binpêkirinên mafên mirovan ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de raporek belav kir.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku ew daxwazê ji Îranê dikin ku demildest cezayên darvekirinê bisekinîne, girtiyên siyasî û kesên ku bi awayek bêserûber hatine binçavkirin, berde û dawî li êşkenceyan bîne. Her wiha daxwaz hat kirin ku yasaya cudakariyê ya li dijî jinan û xwepêçana bi zorê bê betalkirin.
Di raporê de hatiye destnîşankirin ku piştî şerê 12 rojî yê navbera Îran û Îsraîlê, binçavkirin û cudakariyên li dijî Behayiyan, Kurdan, Belûç û Ereban zêdetir bûne. Êşkencekirina girtiyan bi taybetî jî ya girtiyên siyasî cihê fikarane. Her wiha hat diyarkirin ku derxistina cezayê birîna li ser laş û lêdana qamçiyan binpêkirineke eşkere ya mafên mirove.
Di beşek din a raporê de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres got ku biryarên demên dawî yên serokê dadweriya Îranê yên ji bo lezkirina dozên li ser sîxûrî, girtina bêserûber, dadgehkirina nedadperwerî û darvekirin zêde bûne. Her wiha hat diyarkirin ku proje yasaya tûndkirina cezayên bi tometa ‘sîxûrî kirin’ gefeke cidiye li ser azadiya fikir û ramanê her wiha destgihiştina bi înternetê ye.
Ev rapora Neteweyên Yekbûyî xwe dispêre daneyên rêxistina mafên mirov a Hana. Li gorî vê, sala borî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zêdetirî hezar û 537 kes hatine darvekirin. Her wiha li gor rapora kampanya ‘Ji Sêşemên darvekirinê re na’ jî ji despêka salê ve hezar û 87 kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine darvekirin.