Li Xezayê agirbest di xeterê de ye

Agirbesta ku di 10ê Cotmehê de li Şerîda Xezayê ketibû meriyetê, roja yekşemê bi aloziyeke nû re rû bi rû ma. Her du aliyan hevdu bi binpêkirina agirbestê tawanbar kirin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku bi angaşta Hamasê êrîşî çeperên wan kiriye, li başûrê Xezayê êrîşên hewayî pêk anîne. Hamasê jî angaştên êrîşê red kir û dubare kir ku ew pabendî agirbestê ne.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu, bûyerên qewimî wekî "binpêkirina agirbestê" bi nav kir û ferman da artêşê ku "li dijî hedefên terorê bi awayekî xurt tevbigere".

Agirbest, bi zexta Serokê DYE Donald Trump di 10’ê Cotmehê de ketibû meriyetê. Di çarçoveya peymana ku piştî şerê wêranker ê du salan pêk hatibû de, Hamasê di 13’ê Cotmehê de 20 rehîne serbest berdabûn, di berdêla wê de nêzî 2 hezar girtiyên Filistînî ji girtîgehên Îsraîlê hatibûn berdan.

Artêşa Îsraîlê, di daxuyaniya ku roja yekşemê belav kir de, ragihand ku di dema "operasyona jinavbirina binesaziya terorê li herêma Refahê" de, Hamasê bi moşekên antî-tank êrîş kiriye, ji ber vê yekê "ji bo bêbandorkirina gefê êrîşa hewayî û topbaran" hatiye kirin.

Şahidên bûyerê yên li Refaha başûrê Xezayê ragihandin ku du êrîşên hewayî pêk hatine û herêm niha di bin kontrola artêşa Îsraîlê de ye. Lê belê, baskê çekdar ê Hamasê Tûgayên Îzzeddîn el-Qesam diyar kir ku li herêmê ti pevçûn çênebûye.

Endamê buroya siyasî ya Hamasê Îzzet el-Rîşk got, "Hêzên dagirker in ku agirbest binpê kirine." Ji aliyê din ve, Wezîrê Darayî yê Îsraîlê Bezalel Smotrich, li ser hesabê xwe yê X’ê peyamek yek-peyvî parve kir: "Şer!"

Artêşa Îsraîlê herwiha ragihand ku du dîlên ku Hamasê roja şemiyê radest kiribûn Ronen Engel (Îsraîlî) û Sonthaya Oakkharasri (Taylandî) ne. Hat ragihandin ku her du kes di 7’ê Cotmeha 2023’an de hatine kuştin û cenazeyên wan ji wê demê ve li Xezayê dihatin ragirtin.

Îsraîlê ragihand ku heta cenazeyên hemû rehîneyan neyên radestkirin, ew ê deriyê sînor ê Refahê ji nû ve veneke. Hamasê jî parast ku ji ber girtîbûna deriyê sînor, derxistina cenazeyên di bin kavilan de tê astengkirin.

Koordînatorê Alîkariya Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Tom Fletcher, piştî agirbestê cara yekem çû Xezayê û got, "Erka li pêşiya alîkariya mirovî pir mezin e." Fletcher diyar kir ku piraniya bajar wêran bûye û gel bi "karesateke mirovî ya tam" re rû bi rû ye.

Di şerê ku di 7ê Cotmeha 2023an de dest pê kir de, li aliyê Îsraîlê 1.221 kes, ku piraniya wan sivîl bûn, jiyana xwe ji dest dan. Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê jî ragihand ku 68.159 kes hatine kuştin, ku piraniya wan sivîl in. Li gorî wezaretê, ji 10ê Cotmehê ve zêdetirî 400 cenaze ji bin kavilan hatine derxistin.