Trump plana Xezeyê eşkere kir
Serokê DYE’yê Donald Trump ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê plana ku ji 20 xalan pêk tê, eşkere kir. Plan, girêdayî erêkirina hem Îsraîl û hem jî Hamasê ye û tê payin ku wê demildest dawî li pevçûnan bîne.

Li gorî belgeya ku ji aliyê Qesra Spî ve hat weşandin, plana Trump armanc dike ku Xezeyê veguherîne herêmeke "ji terorê hatiye paqijkirin, ne tundrew be” û Xeze ji nû ve were avakirin.
Li gorî planê heke herdu alî li hev bikin, hêzên Îsraîlê wê vekişin xeta diyarkirî û rehîne wê di nav 72 saetan de bên radestkirin.
Tê payin ku Xeze bi awayekî demkî ji aliyê komîteyeke Filistînî ya "teknokratîk" ve were birêvebirin û di bin serokatiya Trump de Serokwezîrê berê yê Îngiltereyê Tony Blair jî di nav de ji aliyê lijneyeke navneteweyî ve bê kontrolkirin.
Trump got, "Ez hîs dikim ku em ê bersivek erênî bigirin." Trump anî ziman ku heke Hamas red bike, wê Îsraîl “piştgiriya tam a DYE bigire.”
Serokê DYE’yê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu piştî hevdîtinên li ser plana aştiyê ya Xezeyê, civîneke çapemeniyê li dar xistin. Trump got, "peymaneke aştiyê" nêzîk e. Civîna çapemeniyê ya hevpar didome.