Li Hindistanê di mîtîngê de mirovan pê li hev kirin: 36 mirî

Li eyaleta Tamil Nadu ya li başûrê Hindistanê, di mîtînga siyasetmedar û aktorê navdar Vijay de ya li bajarê Karurê hate lidarxistin, mirovan pê li hev kirin. Di bûyerê de 36 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya rayedarên xwecihî, di mîtîngê de herî kêm 36 kesan jiyana xwe ji dest dan ku 8 ji wan zarok, 16 jî jin bûn.

Serokwezîrê Eyaleta Tamil Nadu M.K. Stalin li ser hesabê xwe yê X'ê daxuyaniyek da, xemgîniya xwe ji ber bûyerê anî ziman û anî ziman ku lêpirsînek hatiye destpêkirin. Her wiha anî ziman ku wê tazmînat ji malbatên qurbaniyan re bê dayin.

Di bûyerê de 58 kes jî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê. Vijay dema ku ji girseya gel re diaxivî bûyer qewimî, lewma axaftina xwe nîvco hişt.

Aktorê naskirî yê 51 salî piştre li ser X'ê daxuyaniyek da û got, "Dilê min şikestî ye." Vijay par dest ji kariyera xwe ya lîstikvaniyê berda bû, derbasî nava siyasetê bûbû û partiya xwe ava kiribû.

Li gorî rojnameya Hindustan Timesê, dema ku beşek ji qelebalixiyê hewl da Vijay ji nêz ve bibîne û berê xwe da dikê, hingî îzdihamê rû da. Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi bûyer 'cihê xemgîniyê' pênase kir û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.

Li Hindistanê bûyerên bi heman rengî bi taybetî di festîvalên olî de ji ber kêmasiya tedbîrên ewlekariyê gelek caran rû didin.