Koreya Bakur bi ‘şertekê’ ji bo diyaloga bi DYE’yê re amade ye

Lîderê Koreya Bakur Kim Jong Un ragihand ku welat amade ye ku car din bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re peywendiyê çêbike. Yekane şert ew e ku Washington ji Pyongyang nexwaze ku dest ji bernameya çekên nukleer berde.

Li gorî KCNA’yê lîderê Koreya Bakur Kim Jong Un got, “Eger DYE dest ji hesasiyeta xwe ya tunekirina nukleer berde û rastiyê qebûl bike û bi rastî jî bixwaze bi me re di nava aştiyê de bijî, em dikarin bi wan re rûnin.”

Kim Jong Un dawiya hefteyê li Parlamentoya Koreya Bakur axivî û got, “Bi Serokê DYE’yê Donald Trump re bîranînên min ên xweş hene.”

Koreya Bakur di navbera salên 2006 û 2017’an de 6 ceribandinên nukleer pêk anî, piştre jî tevî pêkanînên navneteweyî pêşxistina cepxaneya xwe ya nukleer domandiye. Pyongyang îdîa dike ku bernameya wî ya nukleer weke garantiya ewlehiyê ya li dijî gefên DYE û mutefîkên wê ye.

Kim Jong Un îdîa kir ku pêkanînên li ser welatê wî hatine ferzkirin, têk çûn û got, “Berevajî, pêkanînan em hîn xurttir kirin; bû sedem ku em hêzeke bi zextê nayê şkestin, pêş bixin.”