CIVATA GI ŞTÎ YA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Di sala 1988’an de ji ber ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) vîze neda lîderê Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê (RRF) Yaser Arafat, nekarîbû tevlî civîna NY’yê bibe û Civata Giştî yekemcar cih guhert û rûniştinên xwe li Cenevreyê pêk anî. Arafat li wê derê axivî û got, “Qet nehatibû bîra min ku hatina min a li vê salonê ya duyemîn li Cenevre ya mêvanperwer be.” Bi vî rengî peyamek dabû Washingtonê.
Îro piştî 37 salan nîqaşeke bi heman rengî careke din di rojevê de ye. Ji ber ku rêveberiya DYE’yê astengiya vîzeyê danîn pêşiya nûnerên Fîlîstînî, bang tê kirin ku rûniştinên îsal ên Civata Giştî li Cenevreyê bêne lidarxistin.
‘DYE DIXWAZE ROJEVA FÎLÎSTÎNÊ ASTENG BIKE’
Dîrektora Democracy for the Arab World Now (DAWN) Sarah Leah Whitson ji portala nûçeyan a IPS re axivî û got, “DYE ji bo nîqaşên qirkirinê yên li Xezeyê û nêrînên li ser dewleta Fîlîstînê asteng bike vîzeyên rayedarên Fîlîstînî betal dike. Lê belê cîhan ji hovîtiya rojane ya Îsraîlê bêzar bûye. Ji ber vê yekê em hêvî dikin ku Civata Giştî derbasî Cenevreyê bê kirin.”
Di belavokeke DAWN’ê de Peymana Malovaniyê ya NY-DYE’yê ya sala 1947’an hate bibîrxistin. Li gorî vê yekê DYE xwedî wê berpirsyariyê ye ku derfetê ragihandin ên bêdawî bide nûnerên NY’ê. Xalên 11. û 12. bi şênberî destnîşan dikin ku DYE nikare bi hincetên siyasî asteng bike.
Dîrektorê Democracy Without Borders Andreas Bummel jî got, “Peymana malovaniyê diyar e. Welatê malovan nikare biryarê bide bê kî tevlî civînên NY bibe kî tevlî nebe. Eger tevlîbûna nûneran bê astengkirin, hingî maqûl e ku Civata Giştî li cihekî din kom bibe.”
Berdevkê NYR’ê Stephane Dujarric roja 29’ê Tebaxê daxuyaniyek da û got, “Li gorî me divê xalên pêwendîdar ên peymanê yên têkildarî malovaniyê li ber çavan bêne girtin. Em hêvî dikin ku ev pirsgirêk wê çareser bibe û nûner hemû karibin tevlî Civata Giştî bibin.”
Wezareta Karên Derve ya DYE’yê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku vîzeyên nûnerên RRF û Rêveberiya Fîlîstînê (RF) hatiye betalkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, “RRF û RF heta ku terorîzmê red nekin, heta ku dawî li sorkirina tundiyê nînin, nikarin bibin hevparê aştiyê. Heta ku van şert û mercan pêk nînin, wê vîzeyên wan li DYE’yê derbasdar nebe.”
Ji nava 193 endamên Neteweyên Yekbûyî heta niha 147 endaman Fîlîstîn weke dewleteke serwer nas kirine. Îngilistan, Fransa, kanada û Awûstralya jî xwe amade dikin ku di rûniştinên îsal ên Civata Giştî de Fîlîstînê nas bikin.
Fîlîstîn ji sala 2012’an û vir ve li Civata Giştî ya NY’yê di statuya ‘dewleta çavdêr a ne endam’ de ye. Di sala 2018’an de ji bo serokatiya bloka G77’an a ji 134 endaman re hate hilbijartin û li gel îtirazên DYE’yê jî serketineke dîplomatîk bi dest xistibû.