NY: Şerê li Başûrê Sûdanê dikare li herêmê belav bibe
Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî da şerê li Başûrê Sûdanê ji nû ve gur bû, dikare li herêmê belav bibe û krîza mirovî ya li welêt hîn giran bûye.
Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî da şerê li Başûrê Sûdanê ji nû ve gur bû, dikare li herêmê belav bibe û krîza mirovî ya li welêt hîn giran bûye.
Li vî welatî, rageşî û aloziya navbera hêzên ser bi Serokdewlet Salva Kiir û yekîneyên ser bi Alîkarê Yekemîn ê Serokdewlet Riek Machar ê Adarê hate binçavkirin, mezin dibe.
Ev rewş fikaran mezin dike ku şerekî navxweyî careke din rû bide, ku di navbera salên 2013-2018'an de ji ber şerê navxweyî 400 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.
Alîkara Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Martha Pobee li Konseya Ewlekariyê daxuyaniyek da û got, "Helwesta heyî û operasyonên artêşê dikare bibe sedem ku tundî mezin bibe û şerê navbera civaka zêde bibe."
Pobee anî ziman ku ev rewş dikare bibe sedem ku wlatên cîran jî bikevin nava şer.
Dawiya meha Tîrmehê di navbera hêzên ewlekariyê yên Başûrê Sûdanê û artêşa Ûgandayê de li ser sînor şer qewimî bû û herî kêm şeş kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Ûganda beriya niha jî hatibû sûcdarkirin ku tevlî şerê navxweyî yê li Başûrê Sûdanê bûye.
Hikumeta yekîtiya neteweyî ku piştî peyama aştiyê ya sala 2018'an di sala 2020'î de ava bû, nekarî welêt aram bike. Ji ber nelirêtî û felca siyasî hilbijartin gelek caran hate taloqkirin; tê texmînkirin ku hilbijartinên destpêkê Kanûna 2026'an de bêne kirin. Lê belê li gorî pisporan, şert û mercên heyî ji bo hilbijartinekê guncaw nîne.