Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Îranê gef li Îsraîlê xwar: ‘Em xwedî kapasîteyeke hîn xurttir in’

Wezîrê Parastinê yê Îranê General Azîz Nasirzadeh diyar kir ku welatê wî xwedî fuzeyên balîstîk ên nifşên nû ye û gef li Îsraîlê xwar.

Nasirzadeh daxuyanî da Ajansa Nûçeyan a West Asia a ku navenda wê Tehran e û got, “Fuzeyên ku di şerê 12 rojan de hatin bikaranîn, beriya bi salan hatibûn hilberandin. Îro me fuzeyên nû yên xwedî kapasîteyên hîn xurttir ava kirine. Eger rejîma siyonîst hewl bide êrîşeke din bike, teqez em ê van bi kar bînin.”

Beriya vê daxuyaniyê du rojan, Alîkarê Serokkomarê Yekemîn ê Îranê Muhammed Riza Aref ev hişyarî dabû: “Dibe ku şerekî nû bi Îsraîlê re derkeve.”