Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Li Pakistanê baranên muson didomin: Herî kêm 20 kesên din jî mirin

Hat ragihandin ku li Pakistanê ji ber baranên tund û hezazê herî 20 kesên din jiyana xwe ji dest dan.

Otorîteya Rêveberiya Afetê ya Neteweyî (NDMA) ragihand ku li bakurê welêt, li herêma Gilgit-Baltistan a ku çiyayên herî bilind ên cîhanê lê ne 11 kes, li paytexta ekonomîk a welêt Karaçi jî 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ji 14’ê Tebaxê pêncşemê û vir ve, li eyaleta bakurêrojava ya çiyayî ya li sînorê Efganistanê Hayber Pakhtunkhwa’yê zêdeyî 400 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Demsala Musonê piranî di meha Hezîranê de destpê dike û heya dawiya meha Îlonê didome. Di vê demê hezaz û lehî pir çêdibin.

Rayedar diyar dikin ku ji destpêka dema musonê û vir ve, bi giştî nêzî 750 Pakistaniyan jiyana xwe ji dest dan.