CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Di şewata li navenda bazarê ya li Iraqê de 61 kes mirin
Hat ragihandin ku di şewata li navenda bazarê ya li bajarê Kut a li rojhilatê Iraqê de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihişt 61’an. -
Li Siwêdayê zêdeyî 350 kes mirin: Ewlehî ji Durziyan re hate hiştin, Şera Îsraîl sûcdar kir
Di şerê ku bi êrîşa hêzên hikûmeta demkî ya li Şamê ya li ser Durziyan destpê kir de, zêdeyî 350 kes mirin, piştî êrîşên Îsraîlê hêzên Şamê vekişiyan û ewlehî dewrî gelê herêmê kirin. Şera Îsraîl bi derxistina şerê navxweyî sûcdar kir. -
Li navendeke bazarê ya li Iraqê şewat: Bi dehan kes mirin
Li bajarê Kût ê li rojhilatê Iraqê agir bi navendeke bazarê ket. Nêzî 50 kes mirin. -
Îsraîl ji rejîma Şamê re got: Em êdî hişyar nakin, em ê derbên giran lê bidin
Îsraîl piştî êrîşên li dijî Durziyên li Siwêdayê, hêzên Şamê hedef girt û diyar kir ku ew êdî hişyariyê nake. Artêşa Îsraîlê amadekariya pevçûnek ku çend rojan li Sûriyeyê bidome, dike. -
AGIT: Li Ûkraynayê windahiyên sivîl ji sedî 50 zêde bûne
Li gorî rapora Teşkîlata Hevkarî û Ewlehiyê ya Ewropayê (AGIT), windahiyên sivîl ên li Ûkraynayê yên di şeş mehên ewil ên sala 2025’an de li gorî heman serdema sala borî ji sedî 50 zedê bûne. -
Durziyan bang li civaka navneteweyî kirin: Siwêdayê rizgar bikin
Serokatiya Rûhanî ya Civaka Misilmanên Durzî bang li hêzên herêmî û navneteweyî kirin ku Siwêdayê rizgar bikin. -
Li Spanyayê êrîşên nîjadperestiyê
Li bajarê Torre Pacheco yê li başûrê rojhilatê Spanyayê, sê kesan bêsedem êrîşî kesekî 68 salî kirin. Ev yek bû sedem ku bûyerên tundiya nîjadperest li bajar destpê bikin ku hefteyeke ev bûyer didomin. -
Ji Arjantînê piştgiriya ji bo kampanyaya ‘Em dixwazin biçin serdana Abdullah Ocalan’
Partiya Karkeran a Arjantînê (Partido Obrero) ji rûpelên web’ê ya komisyona têkiliyên navneteweyî tevlî kampanyaya “Em dixwazin biçin serdana Abdullah Ocalan” bû. -
Hêzên Şamê li Siwêdayê 12 sivîl qetil kirin
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên Şamê li Siwêdayê 12 sivîl qetil kirin. -
Kremlîn ultîmatona Trump a Ûkraynayê bi awayekî ‘cidî’ lêkolîn dike
Koşka Kremlînê ultîmatomên Serokê DYE’yê Donald Trump yên Ûkraynayê yên têkildarî Rûsyayê weke ‘’cidî’’ pênase kirin û anî ziman ku ew ji hevdîtinên aşitiyê re amade ne. -
Krîza Suveyda: Îsraîlê fermana ‘lêxe’ da
Hikûmeta Îsraîlê li Suveydayê li dijî hêzên Şamê fermana ‘lêxe’ da. -
Li Sûdanê di êrîşa li ser gundekî de 48 kes hatin kuştin
Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HPL) êrîşî gundê Um Garfa yê li eyaleta Bakurê Kordofan ê li navenda Sûdanê kir. -
Li bajarê Qum ê Îranê teqîn
Li bajarê Qum ê Îranê teqînekê rû da. Hate ragihandin ku 7 kes birîndar bûne. -
Li Endonezyayê bi mezinahiya 6.7 pileyî erd hejiya
Li peravên Giravên Maluku yên li rojhilatê Endonezyayê bi mezinahiya 6.7 pileyî erd hejiya. -
Welatên ku herî zêde tûrîst serdan kirine diyar bûn: Di serê lîsteyê de Fransa heye
Li ser pandemiya koronavîrusê re 5 sal derbazbû û tûrîzma cîhanê dîsa vegeriya asta xwe ya berê. -
Di 24 saetan de ji ber êrîşên Îsraîlê yên ser Xezeyê herî kêm 139 kes mirin
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê di 24 saetên dawî de di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de herî kêm 139 Fîlîstînî jiyana xwe ji dest dan û 425 kes jî birîndar bûn. -
Îran ji bo vegera muzakereyan ji DYE’yê misogerî dixwaze
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçî, ragihand ku welatê wî di mijara bernameya nukleerî de dikare bi DYE’yê re muzakereyan bike, lê bi şertê ku wê careke din li dijî Îranê êrîş neyên dubarekirin. -
Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê dewam dikin: Herî kêm 27 kes mirin
Rêxistina Parastina Sivîl a Xezeyê diayr kir ku sibeha Yekşemê di êrîşên hewayî de li Şerîda Xezeyê herî kêm 27 Fîlîstîniyan jiyana xwe ji dest dan. -
Artêşa Nîjerya ji bo çeteyan kemîn danîn: Herî kêm 150 kes mirin
Di encama kemîna ku artêşa Nîjeryayê li eyaleta Kebbî ya bakurê rojavayê Nîjeryayê danîne de, herî kêm 15 çeteyên çekdar hatin kuştin. -
Netanyahu hêvî dike ku di nava çend rojan de agirbestê îmze bike
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu diyar kir ku ev hêvî dike ku di nava çend rojan de li gel Hamasê agirbestê îmze bike û di daxuyaniyeke din de anî ziman ku di pêvajoya agirbesta 60 rojî de ew ji bo muzakereyên mayîn de jî amade ne. -
YE û Îsraîl li ser alîkarîya mirovî a bo Xezayê li hevkirin
Yekitîya Ewropayê (YE) û Îsraîl bo zêdekirina alîkariya mirovî yên bo Xezeyê li hevkirin. -
Li Erebistana Siûdî darvekirin zêde bûne
Li Erebistana Siûdî du welatiyên Etîyopyayî ji ber sûçê bazirganiya tiryakê hatin darvekirin û bi vî awayî hejmara kesên di sala 2025’an de hatine darvekirin gihîşt 180’yî. -
Dibe ku Îsraîl û Hamas di nava hefteyek-du hefteyan de li hev bikin
Rayedarekî payebilind ê Îsraîlî diyar kir ku di şerê Xezeyê de agirbest dibe ku di nava hefteyek, du hefteyan de bê ragihandin. -
Li Xezeyê di bombardûmana Îsraîlê de herî kêm 20 kes mirin
Rêxistina Parastina Sivîl a Xezeyê ragihand ku nîvê şevê du êrişên hewayî ji aliyê Îsraîlê ve hatin kirin û di encamê de 20 kes hatin kuştin ku 6 ji wan zarok bûn. -
Li gorî polîsên Elman plana êrîşeke ‘Îslamî’ hate pûçkirin
Polîsên Elman ragihandin ku plana êrîşeke “terorî ya Îslamî” hate pûçkirin û bi operasyoneke taybet gumanbarekî 27 salî hate binçavkirin.