Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Li Hîmalaya bi dehan kes di lehiyê de winda bûn

Li herêma Dharali ya li ber Hîmalaya ya li eyaleta Uttarakhand a li bakurê Hindistanê, ji ber lehiyê herî kêm 4 kes jiyana xwe ji dest dan û 11 leşker jî di nav de nêzî 100 kes winda bûn.

Sêşemê piştî nîvro, piştî baranên tund avên bi herî û moloz herikî cihên niştecihiyê û avahî hilweşandin. Di dîmenên li ser medyaya dîjîtal hatin weşandin de, hat dîtin ku dema mirovan hewl dida birevin ketin ber lehiyê.

Rayedaran ragihand ku herî kêm 4 kes mirin, 11 jê leşker nêzî 100 kes jî winda b3un.

Li gorî daxuyaniya artêşê ji bo lêgerîna windayan yekîneyên leşkerî, kuçikên lêgerînê, helîkopterên leşkerî, dron û makîneyên kar sewqî herêmê hatine kirin.

Gelê herêmê ji ber bilindbûna asta avê, sewqî cihên bilind hatin kirin.