Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Pênc rojnamevanên El Cezîre hatin kuştin, li gorî Îsraîlê 'terorîst' bûn

El Cezîre ya Qatarê ragihand ku roja Yekşemê li Xezeyê di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de nûçegihanê wan ê naskirî Anas el-Şerîf jî di nav de pênc rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan.

Artêşa Îsraîlê el-Şerîf weke 'Endamekî Hamasê yê ku kincê rojnamevantiyê li xwe kiribû' û 'lîderekî şaneyeke ji êrîşên bi roketan ên li hemberî sivîl û leşkeran berpirsyar' pênase kir û ew kiriye hedef.

Li gorî El Cezîre, êrîş li pêşiya Nexweşxaneya El Şîfa ya li bajarê Xezeyê hatiye kirin û bombe li konê rojnamevanan hatiye barandin. Hate ragihandin ku di êrîşê de nûçegihan Mûhammed Kûreyke û kameramanên wan Îbrahîm Zaher, Mûhammed Nûfal û Moamen Alîwa jî hene.

Îsraîlê Gulana 2024'an weşan û ofîsên El Cezîre yên li welatê xwe qedexe kiribû. Rêveberiya Fîlîstînê jî destpêka salê bi sûcdariya 'fitne, tevlîhevî' û 'destwerdanê' qenal bi demkî qedexe kiribû.