Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Macron ji bo Xezeyê daxwaza mîsyona di bin çavdêriya NY’ê de kir

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron plana Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ya ji bo dagirkirina tevahî ya bajarê Xezeyê û êrîşkirina ser herêmên di bin kontrola Hamasê de wekî “karesatek dîrokî” û “ber bi şerekî domdar ve” bi nav kir.

Emmanuel Macron di daxuyaniya xwe de diyar kir ku daxwaza wî ya sereke “di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de mîsyonek aramê were avakirin” û destnîşan kir ku divê armanca vê mîsyonê “rêverberiyeke ku aştî û aramiya ava bike, têkoşîna li dijî terorîzmê, pêkanîna aramiya Xezeyê û piştgirîkirina gel be.”

Macron wiha domand: “Daxuyaniya Îsraîlê ya berfirehkirina operasyona li ser bajarê Xezeyê, wargehên Mawasî û gavên ji nû ve dagirkirinê mizgîniya karesateke bêhempa ye. Dîlgirtiyên Îsraîlî û gelê Xezeyê dê bibin qurbaniyên yekem ên vê stratejiyê."

Serokkomar bi bîr xist ku ev gav xwe dispêre hewldana Erebistana Siûdî ya li New Yorkê û anî ziman ku aktorên herêmî cara yekem banga hevpar a ji bo bûçekkirina Hamasê û berdana dîlgirtiyan kirin.

Fikra koalîsyona navneteweyî ya ku ji hêla Macron ve hatibû pêşniyarkirin, kete rojeva  daxuyaniya hevpar a ku Qeter û Misrê jî di nav de ji hêla 17 welatan ve hat îmzekirin.

Tê payîn ku ev mîsyon erkên wekî parastina sivîlan, erka ewlehiyê dewrî desthilata Filistînê were kirin û peywira kontrolkirina agirbestek muhtemel bigire ser xwe.

Macron bang li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku divê ji bo pêkanîna vê mîsyonê bixebite û got, “Min talîmat daye tîmên xwe bêyî ku dereng bikeve bi hevkarên xwe re dest bi xebatê bikin.