Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Balafireke ku leşkerên bi pere yên Kolombiyayê hildigirt, hate xistin

Televîzyona dewletê ya Sûdanê, ragihand ku Hêza Hewayî ya Sûdanê li balafirgeha Nyala ya li başûrê Darfûrê balafireke Emîrtiyên Yekbûyî yên Ereb xistine xwarê. Herî kêm 40 leşker mirin.

Balafirek ku leşkerên bi pere yên Kolombiyayî hildigrt ku ji bo Hêzên Desteka Lezgîn (HDK) li Sûdanê anîbûn, piştî daketinê hate bombebarankirin û herî kêm 40 leşker hatin kuştin. Artêşa Sûdanê Îmaratên Yekbûyî yên Ereb bi dayîna çek û dabînkirina dronan ji HDK’ê re tawanbar dike. Raporên NY’yê destekên hatine kirin, piştrast dikin.

Hikûmeta Sûdanê, îdia kir ku leşkerên bi pere yên Kolombiyayî BAE’ê li kêleka HDK’ê şer dikin û got ku belgeyên ku vê rastiyê piştrast dike hene. Tê gotin ku zêdetirî 80 leşkerên Kolombiyayî beşdarî şerê li El-Feşîr bûne, ku hin ji wan mirine. Artêşê wêneyên leşkeran weşand; hîna piştrastkirin nehatiye kirin.

Wezareta Karên Derve ya Kolombiyayê ji ber beşdarbûna welatiyên xwe di şer de xemgîniya xwe anîbû ziman.

Şerê ku niha di sala xwe ya sêyemîn de ye, bûye sedema krîzek mirovî ya mezin û her du alî jî bi sûcên şer têne tawanbarkirin.