Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Konseya Ewropayê têkildarî firotina çekan a ji bo Îsraîlê, hişyarî da

Konseya Ewropayê roja sêşemê daxuyanî da û dewletên endam têkildarî firotina çekan a ji bo Îsraîlê hişyar kir û bang li 46 welatên endam kir ku bila jixwe bawer bin ku ev çek li Xezeyê di çarçoveya binpêkirina mafên mirovan de nayên bikaranîn.

Komîserê Mafên Mirovan a Konseyê Michael O’Flaherty di daxuyaniya xwe ya nivîskî de û bang kir ku têkildarî şerê li Xezeyê, ji bo astengkirina binpêkirinên mafên mirovan û hiqûqa mirovî ya navneteweyî çi ji destê wan were bikin.

O’Flaherty got, “Di rewşên ku xeteriya binpêkirinên mafan heye de, divê ji bo transferên çekan jî destûr neyê dayîn.

Hefteya borî Şansolyeyê Elmanyayê Friedrich Merz ragihandibû ku wan îxracata çekên ku Îsraîl li Xezeyê bi kar bîne, rawestandiye û ev biryar di polîtîkaya mutefiktiyê ya Berlîn û Îsraîlê de weke guhertineke girîng hatibû nirxandin. O’Flaherty ev tişt got: “Lê belê divê hîn zêdetir û bi lez were kirin.”

Konseya Ewropayê ya ku navenda wê Strasbourg e, li seranserî parzemînê weke saziya ku mafên mirovan û demokrasiyê çavdêr dike, tê zanîn.