Li Nagazakiyê peyama li dijî çekên nukleer
Di salvegera 80’an a êrîşa bombeya atomê ya li ser bajarê Nagazaki yê Japonyayê de, merasîma bîranînê hate lidarxistin. Di merasîmê de peyama ‘divê çekên nukleer bi temamî bên tunekirin’ hate dayîn.
Di salvegera 80’an a êrîşa bombeya atomê ya li ser bajarê Nagazaki yê Japonyayê de, merasîma bîranînê hate lidarxistin. Di merasîmê de peyama ‘divê çekên nukleer bi temamî bên tunekirin’ hate dayîn.
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê 9’ê Tebaxa 1945’an êrîşa bi bombeya atomê li bajarê Nagazakî yê Japonyayê pêk anî û di encamê de 74 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Îro li bajarê Nagazakî di saet 11.02’yan de ji bo qurbaniyên êrîşa bi bombeya atomê, deqeyek rêz hat girtin.
Ji Serokatiya Şaredariya Nagazakî Suzuki Shiro di merasîmê de axivî û got, “Ji bo êrîşa bi bombeya atomê ya li Nagasakiyê bibe ya dawî, divê ji bo tunekirina çekên nukleer nexşerêyeke şênber were diyarkirin. Êdî tehemûl ji bo taloqkirinê nîne.” Bang li hikûmeta Japonyayê hate kirin ku girêdayî pîvanên “neçêkirina çeka nukleer û nehêle bikeve ser xaka xwe” bimîne û Peymana Qedexekirina Çekên Nukleer (TPNW) îmze bike û erê bike. Ku ev peyman sala 2017’an ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hate qebûlkirin.
Di çarçoveya merasîmê de lîsteya navên hibakuşa’yan (mexdûrên bombeya atomê) yên di sala dawî de jiyana xwe ji dest dane yan jî mirina wan teqez bûye, li qada bîrdariyê hate bicihkirin. Bi giştî hejmara miriyan gihişt 201.942’yan. Li gorî hikûmeta Japonyayê hejmara hibakuşa li seranserî welêt cara ewilî dakete jêrê 100 hezarê.
Ji Serokwezîrtiya Japonyayê Shigeru Ishiba got, her çendî ku cîhan têkildarî nebûna çekên nukleer xwedî nêrînên cuda be jî, “wezîfeya Japonya” ew e ku pêşengiyê ji hewldanên navneteweyî yên vê armancê re bike. Lê belê Japonya ya ku ji sîwana nukleer a DYE’yê bawer dike, hîn jî îmzekirina TPNW’ê red dike.
Nûnerên ji 95 welat û herêman beşdarî merasîmên bîranînê yên îsal bûn. Rûsya piştî dagirkirina Ûkraynayê ya sala 2022’yan cara ewilî hate vexwendin; Îsraîl jî beşdar bû ku sala borî ji ber şerê Xezeyê nehatibû vexwendin.
Nagazakî di dîrokê de bûbû hedefa çeka nukleer a duyemîn û dawî ya ku di şer de hatî bikaranîn. Êrîşa ewilî 6’ê Tebaxê li Hiroşimayê hate kirin û 140 hezar kes miribûn.