Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Elmanyayê hinerdaya çekan a ji bo Îsraîlê da sekinandin

Serokwezîrê Elmanyayê Friedrich Merz da zanîn ku Elmanyayê ji ber fikarên zêde dibin yên têkildarî plansaziyên Îsraîlê yên leşkerî yên li ser Xezeyê hinardeya çek û techîzatên ji bo Îsraîlê daye sekinandin.

Merz di daxuyaniya xwe de diyar kir ku fikarên têkildarî plansaziyên Îsraîlê yên leşkerî yên li ser Xezeyê her ku diçe zêdetir dibin û got: ‘’Girêdayî van şert û mercan hikûmeta Elmanyayê heya bangeke din hinardeya techîzatên leşkerî yên ku ihtîmal heye li Xezeyê werin bikaranîn, daye sekinandin.’’

Ev biryar nîşan dide ku Elmanyayê têkildarî polîtîkayên xwe yên li ser Îsraîlê serî li guherîneke mezin daye. Berlîn, weke egera berpirsiyariya dîrokî, li gel DYE’yê yek ji hevalbendê Îsraîlê yê herî nêz bû.

Serokwezîrê Elmanyayê Friedrich Merz got: ‘’Hikûmeta Elmanyayê ji ber êşên berdewam ên gelê sivîl ê li Şerîda Xezeyê gelekî xemgîn e.’’

Merz diyar kir ku li gel êrîşa nû ya ku tê plankirin, hikûmeta Îsraîlê di mijara alikarikirina sivîlan de xwedî berpirsiyareke mezin e û banga xwe nû kir ku Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên din ên civakî xwe bi temamî bigihînin herêmê. Her wiha hişyarî da hikûmeta Îsraîlê ku têkildarî îlheqkirina Şerîaya Rojava pêngavên nû neavêje.