CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Konseya Ewlehiyê ya Îranê agirbesta li gel Îsraîlê fermî kir
Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Bilind a Îranê belavokeke têkildarî ‘’biryara bidawîkirina şerê li dijî dijminê siyonîst û piştevanên wî’’ weşand. -
Îsraîlê bi gotina ‘agirbest hate binpêkirin’, fermana bersivdayînê da
Îsraîlê diyar kir ku Îranê êrîşa bi fuze pêk anî û agirbest “binpê” kir û ferman da ku bersiva êrîşa Îranê bê dayîn. -
Şerê 12 rojan: Trump agirbesteke "bêkêmas" ragihand, ew ê çawa pêk bê
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Donald Trump, agirbestek di navbera Îran û Îsraîlê de ragihand û diyar kir ku şer dê di dawiya 12 saetan de "bêkêmasî û tev bi dawî were hesibandin." -
Îsraîlê pêşniyara agirbestê qebûl kir
Hikumeta Îsraîlê pêşniyara Serokê DYE'yê Donald Trump a ji bo agirbestê qebûl kir. -
Trump: Îsraîl û Îranê li ser agirbestê li hev kirin
Serokê DYE'yê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal îdîa kir ku Îsraîl û Îranê li ser agirbesteke tam û topyekûn li hev kirine ku piştî 6 saetan destpê dike û wê 12 saetan dewam bike. -
Îranê bi fuzeyan êrîşî baregeha DYA’yê ya li Qatarê kir
Îranê li dijî êrîşa DYA’yê ya li tesîsên nukleerê yên Fordow, Natanz û Îsfahanê bi fuzeyan êrîşa baregeha DYA’yê ya li Qatarê kir. -
WSJ: Li gorî Îsraîlê wê şer di rojên pêş de bi dawî bibe
Li gorî nûçeya Wall Street Journal (WSJ) Rêveberiya Îsraîlê hedef dike ku di rojên pêş de operasyona leşkerî ya li dijî Îranê bi dawî bibe. -
Êrîşa 27 deqeyî ya DYE’yê ya li dijî Îranê, çawa pêk hat?
DYE’yê li dijî tesîsên nukleer ên li Îranê operasyoneke leşkerî ya veşartî ya bi navê “Midnight Hammer” pêk anî. -
Îsraîl Tehranê bi dijwarî bombebaran kir
Artêşa Îsraîlê li dijî peytaxta Îranê Tehranê êrîşeke berfireh ku ‘mînaka wê nîne’ pêk anî. -
Girtîgeha Evîn a li Tehranê hate bombebarankirin
Girtîgeha Evîn a li Tehranê ku girtiyên siyasî têde têne ragirtin, ji aliyê balafirên şer ên Îsraîlê ve hate hedefgirtin. -
Îranê bi çar pêlan fuze avêt Îsraîlê, teqînên mezin rû dan
Piştî êrîşên Îsraîlê yên ji nîvê şevê heta serê sibehê, Îranê bi çar pêlan nêzî 15 fuze avêt Îsraîlê. -
Trump işaret bi nêta guhertina rejîmê kir, Îsraîlê êrîş bir ser 6 balafirgehan
Serokê DYE'yê Donald Trump ji bo Îranê got 'Çima guhertineke rejîmê neyê kirin?', Îsraîlê jî serê sibehê careke din êrîş kir. Îran û Rûsya jî helwestên xwe koordîne dikin. -
Êrîşa hewayî li dijî Îranê pêk hat
Li bajarên cur be cur ên Îranê dengê teqînan hate bihîstin. Li Necefabad’ê di êrîşa li ser ambûlansekê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Artêşa Îsraîl jî ragihand ku wan li ser Tehran û cihên leşkeri yên li rojavayê Îranê êrîşên hewayî pêk anîn. -
Welatên Ereb ji ber îhtîmala belavbûna şer amadekariyê dikin
Piştî êrîşa DYE'yê ya li dijî tesîsên nukleerê yên Îranê, Bahreyn û Kuweyt li hemberî îhtîmala ku pevçûnekî gengaz were ser xaka wan pêşgiriyên lezgîn girtin. Li her du welatan jî baregehên leşkerî yên Emerîkayê hene. -
Parlamentoya Îranê girtina Tengava Hurmuzê erê kir
Parlamentoya Îranê girtina Tengava Hurmuzê ku di bazirganiya enerjiya cihanî de xwedî girîngiyekî jiyanî ye, erê kir. -
Zêdeyî hezar êrîş li dijî Îranê pêk hatin, li Îsraîlê 24 kes mirin
Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji 13’ê Hezîranê û vir ve li dijî Îranê zêdeyî hezar êrîşên hewayî pêk hatin. Hat diyarkirin ku di êrîşên bi fuze yên Îranê de jî 24 Îsraîlî mirin, 9 hezar kes neçar man ku malên xwe biterikînin. -
Gelo Îranê beriya êrîşê ûranyûma dewlemendkirî derxist?
Hate îdîakirin ku Îranê beriya êrîşên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ûranyûm biriye cihekî cuda. -
Li Îranê erdheja bi mezinahiya 5.1 pileyî
Li Îranê ku di bin hedefa Îsraîl û Îranê de ye, vê carê jî bi mezinahiya 5.1 pileyî erd hejiya. -
Piştî êrîşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê kê çi got?
Piştî êrîşa DYE'yê ya li dijî tesîsên nukleerê yên Îranê, NY'yê destnîşan kir ku 'tekane rê dîplomasî ye', YE'yê banga 'paşve gav bavêje' kir û Brîtanya jî ji Îranê xwest ku 'vegere muzakereyan'. -
Îsraîlê careke din êrîş bir ser Îranê
Artêşa Îsraîlê ragihand ku sibeha Yekşemê çend êrîşên nû birine ser rojavayê Îranê. -
Trump: Sê tesîsên nukleerê yên Îranê ‘bi temamî’ hatin tunekirin
Trump ragihand ku wan li dijî sê tesîsên nukleerê yên Îranê êrîşeke “pir serketî” pêk anî û tesîs “bi temamî” hatin tunekirin. Îranê ragihand ku di tesîsan de qirêjbûna nukleer çênebûye. Bi dehan fuze hatin avêtina Îsraîlê, herî kêm 18 kes birîndar bûn. -
Îsraîl, ragihand ku du fermandarên pilebilind ên Îranê kuştine
Şerê Îsraîl û Îranê ya li hemberî hev didome. Îsraîl, ragihand ku wan du fermandarên pilebilind ên Îranê kuştine. Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, jî ragihand ku heta niha di êrîşan de 430 kes hatine kuştin û bêhtirî 3 hezar û 500 kes jî birîndar bûne. -
Şer di roja 9’an de ye: Îsraîlê li Îsfahanê li tesîsa nukleerê xist
Şerê Îran-Îsraîlê di roja 9’an de didome. Îsraîlê di saetên siharê de li tesîsa nukleerê ya li Îsfahanê xist. Îranê jî di tevahiya şevê de fuze avêtin Tel-Avîv, Hayfa û Berşavayê. -
Îran êrîşekî nû ya moşekan pêk anî
Televîzyona dewletê yê Îranê ragihand ku roja 8’emîn a şerê bi Îsraîlê re êrîşeke nû ya moşekan pêk hatiye. -
Zanyarê nukleerê yê payebilind ê Îranê û 11 endamên Muxafizên Şoreşê mirin
Hate ragihandin ku di êrîşa Îsraîlê ya sibêha înê li ser navendê Tehranê de zanyarê nukleerê yê payebilind û di êrîşa roja Pênçşemê de jî 11 endamên Muxafizên Şoreşê mirin.