CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Şerê Îsraîlê yê li ser Îranê di roja 4'emîn de ye: Hejmara qurbaniyan zêde dibe
Bombardûmana ku bi êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê destpê kir, di roja 4'emîn de bê navber dewam dike. Hejmara qurbaniyan zêde dibe. -
Donald Trump: Êdî dema lihevkirinê hatiye
Serokê DYE'yê Donald Trump şerê navbera Îran û Îsraîlê nirxand û got, "Hêvîdarim wê lihevkirin pêk were. Bi dîtina min êdî dema lihevkirinê hatiye. Carna divê bi nîqaşê çareseriyê peyda bikin." -
Êrîşên li hemberî hev ên Îsraîl û Îranê 4 roj in dewam dikin
Êrîşên Îsraîl û Îranê yên li hemberî hev doh bi şev jî dewam kirin. Di bombardûmanan de gelek kes mirin, gelek jî birîndar bûn. -
Îsraîlê Balafirgeha Meşhedê bombebaran kir
Îsrîlê Balafirgeha Meşhed ku sêyemîn balafirgeha qelebalix a Îranê ye bombebaran kir. -
Di şerê Îsraîl-Îranê de windahiyên sivîl zêde dibin
Di şerê Îsraîl û Îranê de hejmara sivîlên ku jiyana xwe ji dest didin, zêde dibe. -
Li Îsraîlê 13 kes mirin, têkildarî Îranê jî hişyariyên veguhestinê hatin kirin
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ve sibeha Yekşemê hate kirin, ji roja Înê û vir ve di êrîşên Îranê de yên li ser Îsraîlê 13 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Trump: Eger Îran êrîş bike em ê bi hemû hêza xwe bersivê bidin
Serokê DYE'yê Donald Trump îdîa kir ku ti eleqeya wan bi êrîşên Îsraîlê yên li er Îranê nîne û gef xwar ku eger Îran bi rengekî êrîşî DYE'yê bike, ew ê bi hemû hêza xwe bersivê bidin. -
Ziyaneke mezin gihîştiye tesîsên nukleerî, muzakere hatin rawestandin
Êrîşên hewayî yên Îsraîlê li dijî hedefên li Îranê îro jî berdewam kirin. Tevî ku zirarên cidî gihane tesîsên nukleerî yên Îranê jî, wêneyên satelîtê û daxuyaniyên hevbeş ên ji herêmê nîşan didin ku pevçûn wê hîn kûrtir bibin. -
3 zanyarên din ên Îranî hatin kuştin
Hate ragihandin ku di êrîşa Îsraîlê li ser Îranê de 3 zanyarên bi navê Alî Bekaî Kerîmî, Mansûr Askerî û Seîd Burcîn hatine kuştin. -
Îranê ragihand ku di êrîşa Îsraîlê de du fermandarên din jî mirin
Serokatiya Fermandariya Giştî ya Îranê ragihand ku di êrîşa Îsraîlê de du fermandarên din jî yên payebilind mirin. -
Îranê li dijî Îsraîlê dest bi pêla duyemîn a êrîşa bi fuzeyan kir: 2 mirî, 21 birîndar
Îranê pêla duyemîn a êrîşan li dijî Îsraîlê da destpêkirin. Fuzeyên ku saetên destpêkê yên siharê gihiştin Îsraîlê, li Tel Avîvê avahiyek hilweşandin. Servîsa ambulansê ragihand ku 2 kes mirin. -
Îranê bi zêdetirî 100 fuzeyan êrîşî Îsraîlê kir: 40 kes birîndar bûn
Îranê bi zêdetirî 100 fuzeyan êrîşî Îsraîlê kir. Hat diyarkirin ku di êrîşê de herî kêm 40 kes birîndar bûn. -
Li Tel Avîvê dengê teqînan
Îranê ragihand ku li dijî Îsraîlê êrîşa fuzeyan daye destpêkirin. -
Netanyahu bi Trump û Putîn re hevdîtin kir
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu bi Serokê DYA’yê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re hevdîtin kir. -
Netanyahu: Êriş dê bidomin, Îran dê bersivê bide
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu diyar kir ku dê Îran bersivê bide êrîşên wan û ew bi xwe jî dê êrîşên xwe bidomînin. -
Îsraîlê tesîseke din a nukleerî ya Îranê hedef girt
Li gorî nûçeya medyaya fermî ya Îranê, artêşa Îsraîlê êvara Înê tesîsa nukleerî ya Fordow a nêzîkî bajarê Qumê yê Îranê hedef girt. -
Îsraîl êrîşê Îranê kir: 78 kes mirin
Li gorî medyaya Îranê di êrîşên Îsraîlê de 78 kes mirin û 329 kes birîndar bûn. -
Pezeşkiyan: Wê bersiveke tund were dayîn
Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan got, “Miletê Îranê û rayedarên welêt, wê li hemberî vê hovîtiyê bêdeng nemînin. Wê bersiveke bi aqilane, xurt û tund bê dayîna vê rejîma dagirker.” -
Îsraîl: Qonaxa destpêkê temam bû
Îsraîlê ragihand ku qonaxa destpêkê ya êrîşa li ser Îranê temam bûye. -
NY têkildarî birçîbûn û xelaya li Sûdana Başûr hişyarî da
Sê saziyên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihandin ku li Eyelata Nîla Jorîn a bakur-rojhilatê Sûdanê xela û birçîbûn gihiştine ber derî. -
Trump: Êrîş wê hîn bêhtir bêrehm bin
Trump têkildarî êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê daxuyaniyek nû da û got, "Di halê hazir de mirin û hilweşîneke mezin rû da, lê belê ji bo bidawîbûna vê komkujiyê hîn dem heye. Êrîşên bê yên tên plankirin wê hîn bêrehm bin." -
Di nava 25 salên dawî de 7 kerasetên hewavanî yên herî kujer
Ketina balafirê ya roja Pêncşemê li Ahmedabadê ya Hindîstanê, dikare bibe yek ji kerasetên hewayî yên herî xirab ên sedsala 21’an. -
Îsraîlê careke din êrîşî Îranê kir
Hate îdîakirin ku Îsraîlê êrîş biriye ser balafirgeha li bajarê Tebrîzê. -
Îranê daxwaz kir ku demildest Neteweyên Yekbûyî kom bibe
Nûneriya Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî ya Îranê nameyek ji Konseya Ewlekariyê ya NY’ê re şand û xwest ku li dijî êrîşên Îsraîlê demildest kom bibe. -
Li Îranê wezîfedarkirinên nû
Piştî kuştina Huseyîn Selamî û Mûhammed Bakirî ji bo Fermandariya Artêşa Muxafizên Şoreşê Ahmed Vahîdî û ji bo Serokatiya Fermandariya Giştî ya Îranê jî Habîbûllah Seyyarî bi demkî hatin tayînkirin.