CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Los Angelesê protesto dewam dikin
Li gel yekîneya Muxafizên Neteweyî ya ji 2000 kesî ku bi fermana Serokê DYE'yê Donald Trump hate şandin, li Los Angelesê çalakiyên şermezarkirinê roja Yekşemê jî dewam kirin. -
Aktîvîstên keştiya alîkariya mirovî ya diçû Fîlîstînê hatin binçavkirin
Koalîsyona Fîloya Azadiyê ji aliyê Îsraîlê ve hate rawestandin û rêwiyên di keştiyê de jî hatin binçavkirin. Ji partiya Fransî LFI parlamenter Rima Hassan û ji Swêdê aktîvîst Greta Thunberg jî di keştiyê de bûn. -
Li Îranê qedexeya gerandina kûçikan li derve tê berfirehkirin
Li Îranê bi hinceta hîjyen, ewlekarî û pergala cemaweriyê herî kêm li 17 bajaran gerandina kûçikan a li derve hate qedexekirin. -
Trump li dijî protestoyên koçberan Muxafizên Neteweyî xist dewrê
Serokê DYE'yê Donald Trump li hemberî xwepêşandanên şermezarkirina operasyonên dersînorkirina koçberan, ferman da ku 2000 Muxafizên Neteweyî bişîne Kalîforniyayê. -
Li Xezeyê di Cejna Qurbanê de êrîşên Îsraîlê: 38 kesan jiyana xwe ji dest dan
Parastina Sivîl a Fîlîstînê ragihand ku di roja destpêkê ya Cejna Qurbanê de di encama bombebaran û êrîşên çekdarî yên Îsraîlê de 38 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Hollandayê biryara hilbijartina pêşxwest hat dayin
Piştî partiya rastgir ji kaolîsyona hikûmeta Hollandayê vekişiya, hikûmet hiweşiya û wê di 29’ê Cotmeha 2025’an de hilbijartinên pêşwext bên lidarxistin. -
Îran ji ber nukleerê Ewropayê hişyar kir
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî beriya civînê hişyarî da welatên Ewropayê ku wê di hefteya pêş de ji aliyê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) ve bê lidarxistin. -
Hate gotin ku Îsraîlê çek daye komeke milîs a Fîlîstînê, komê îdîa red kir
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu îdîa kir ku ji komeke milîsên Filistînî ya li Şerîda Xezeyê re çek hatine şandin. Şefê koma milîsan jî ev yek red kir û got ku ne rast e. -
Fransa: Em bi biryar in ku Fîlîstînê nas bikin, lê em ê vê bi tenê nekin!
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot diyar kir ku ew bi biryar in Dewleta Fîlîstînê nas bikin û got, ew ê vê yekê bi tenê nekin. -
Serdanên hecê îsal di nava germa zêde de pêk hat
Li Erebistana Siûdî bi milyonan misilman roja destpêkê ya Cejna Qurbanê ku yek ji cejnên herî girîng ên Îslamê ye, 'keviravêtina li şeytên' pêk anîn ku rîtuela herî mezin a dawî ya îbadeta hecê ye. -
Tifaqa Trump-Musk têk çû: Sûcdarkirin, windayên aborî yên mezin û krîza fezayê
Pêwendiya nêz a di navbera Serokê DYE’yê Donald Trump û CEO’yê Tesla û SpaceX’ê Elon Musk de roja Pêncşemê bi awayekî dramatîk bi dawî bû. -
DYE'yê pêkanîn danî ser çar dadgerên DCN, Netanyahu kêfxweş bû
Washingtonê bi îdîaya 'ne rewa' û 'siyasîbûyî' pêkanîn danî ser çar dadgerên Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN). DCN'ê biryar şermezar kir, Netanyahu jî pîroz kir. -
Ajansa Hişbirê ya Ewropayê: Hişbirên sentetîk ji bo Ewropayê gefeke mezin e
Ajansa Hişbirê ya Ewropayê (EUDA) di rapora xwe ya 2024’an de bal kişand ser gefa hişbirên sentetîk. -
Li Xezeyê di êrîşa li ser nexweşxaneyê de 3 rojnamevan hatin qetilkirin
Ajansa Nûçeyan a Fîlîstînê WAFA'yê ragihand ku sibeha Pêncşemê di êrîşa balafirên bêmirov ên artêşa Îsraîlê de li nexweşxaneyekê 3 rojnamevan hatin kuştin. -
Trump DYE li welatiyên 12 welatan qedexe kir
Li gorî belgeyeke ku ji aliyê Qesra Spî ve hate weşandin, Donald Trump bi îdîaya 'Parastina welat ji terorîstên biyanî' Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li welatiyên 12 welatan qedexe kir. -
DYE'yê bang li NATO’yê kir: Divê em hêza leşkerî ya Rûsyayê li paş bihêlin
Balyozê DYE’yê yê NATO’yê Matthew Whitaker diyar kir ku Rûsya amadekariya şerekî nû dike û anî ziman ku divê NATO ji hêla kapasîteya leşkerî ve Moskovayê derbas bike. -
Spanyayê lihevkirina çekan a li gel şîrketa parastinê ya Îsraîlî betal kir
Spanyayê lihevkirina muhtemel a li gel şîrketa bi navê Rafael a parastinê ya Îsraîlî ya 287,5 milyon euroyî betal kir. -
CSIS: Di şerê Ûkraynayê de hejmara windahiyan gihîştiye 1,4 milyonî
Li gorî rapora Navenda Xebatên Navneteweyî û Stratejîk (CSIS) ku navenda wê li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ye, ji destpêka şerê li Ûkraynayê heya niha hejmara windahiyên leşkerî (mirî û birîndar) gihîştiye 1,4 milyonî. -
Li gorî Xamaney pêşniyara DYE'yê li dijî berjewendiyên neteweyî ye
Lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Elî Xamaney diyar kir ku mafê DYE'yê nîne ku li ser miajra dewlemendkirina ûranyûmê gotinekê bibêje. -
Koalîsyona hikûmeta Holandayê hilweşiya, Serokwezîr îstifa kir
Piştî Partiya Azadiyê ya rastgir a tundrew ji koalîsyonê vekişiya, hikûmeta Hollandayê hilweşiya û tê payîn ku li welat hilbijartinên pêşwext were lidarxistin. -
NY: Êrîşa li ser sivîlên li navenda alîkariyê sûcê şer e
Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk, êrîşên li hemberî sivîlên li nêzî navendên alîkariyê yên li Şerîda Xezeyê weke ‘sûcên şer’ pênase kir. -
IHR: Li Îranê di meha Gulanê de herî kêm 152 kes hatin darvekirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) rapora meha Gulanê weşand û ragihand ku lî Îranê herî kêm 152 kes hatine darvekirin. -
Lammy: Sûdan bi xirabtirîn bobelata mirovî a cîhanê re rû bi rû ye
Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê David Lammy di daxuyaniyeke xwe ya forumeke Efrîqayê ya li bajarê Marakeş ê Fasê de got ku krîza li Sûdanê ‘’ xirabtirîn bobelata mirovî a cîhanê’’ ye. -
Balyozê Îsraîlê yê Emerîkayê: Fransa dikare li Côte d'Azurê dewletek Filistînî ava bike!
Balyozê Îsraîlê yê Emerîkayê bi tundî bertek nîşanî helwesta Fransayê ya li ser Filistînê da û anî ziman ku bila Parîs "beşek ji Côte d'Azur veqetîne" û li wir dewletek Filistînî ava bike. -
Li gel germa zêde jî zêdeyî milyonek kes çûn hecê
Ji bo hecê ku li Erebistana Siûdî vê hefteyê bi rengekî fermî destpê kir, zêdeyî 1.4 milyon Misilman gihîştin Mekkeyê.