CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Trump ji El Şara çi xwest?
Li gorî agahiyan Serokê DYE'yê Donald Trump li Riyadê di hevdîtina bi serokkkomarê demkî yê Şamê Ahmed El Şara de, asayîkirina têkiliyên bi Îsraîlê jî di nav de gelek daxwaz jê kir. -
Serokê DYE'yê Trump bi El Şara re hevdîtin kir!
Hate ragihandin ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump li Riyadê bi Serokkomarê demkî yê Şamê Ahmed El Şara re hevdîtin kir. -
Ji Çîn û Kolombiyayê peymana 'Rêyên Hevrişîmê yên Nû'
Çîn û Kolombiyayê 'peymaneke dîrokî' mohr kirin ku vî welatê Emerîka Başûr tevlî projeya binesaziyê ya 'Rêyên Hevrişîmê yên Nû' ya Çînê bike. Ev peyman her wiha zêdebûna bandora Pekînê ya li Latîn Emerîkayê jî nîşan dide. -
Fransa li ber gefa Îsraîlê rabû: Kes nikare helwesta xwe li ser me ferz bike
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron anî ziman ku kiryarên Netanyahû yên li Xezeyê 'cihê şermê' ne. Wezîrê Karên Derve jî di mijara naskirina dewleta Fîlîstînê de got, "Kes nikare helwesta xwe li ser Fransayê ferz bike." -
Li Derya Egeyê erdheja bi mezinahiya 6.1 pileyî
Li gorî Enstîtuya Jeofîzîkî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (USGS) şeva Sêşemê li Derya Egeyê ya li başûrê Yewnanistanê bi mezinahiya 6.1 pileyî erdhejeke mezin pêk hat. -
Artêşa Îsraîlê wê ‘bi hemû hêza xwe' bikeve Xezeyê!
Serokwezîrê Îsraîlê Binjamin Netanyahu ragihand ku artêşa Îsraîlê wê di rojên pêş de "bi hemû hêza xwe" bikeve Xezeyê û diyar kir ku ew senaryoyek ku şer rawestîne nabîne. -
NY: Ji xistina balafira MH17 Rûsya berpirsyar e
Rêxistina Hewavanî ya Sivîl a Navneteweyî (ICAO) ku girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ye, ragihand ku balafira MH17 ku di sala 2014’an li ser Ûkranyayê ketiye, berpirsyara wê Rûsyayê ye. -
IPC: Gelê Xezayê bi rîskek mezin a xelayê re rû bi rû ne
Li gorî rapora ku ji aliyê Çarçoveya Tansîfkirinê ya Ewlehiya Xureka Entengre (IPC), li Şerîda Xezeyê ku bêhtirî 19 meh in şer lê didome û zêdetirî 2 meh in alîkariyên mirovî lê tê astengkirin, bi rîskek mezin a xelayê re rû bi rû ye. -
Biryarnameyek nû ji Trump: Bihayê dermanan wê ji sedî 30 heya% 80 kêm bike
Serokê DYE’yê Donald Trump, ragihand ku ew ê roja Duşemê biryarnameyek ku armanc dike bihayên dermanên bi reçete ji sedî 30 heya 80% kêm bike îmze bike. -
Li ser sînorê Hindistan-Pakistanê rageşî kêm bû
Artêşa Hindistanê ragihand ku şeva Yekşem-Duşemê şeva herî aram a rojên dawî ya li ser sînorê Hindistan û Pakistanê bû. -
Îsraîl cenazeyê leşkerê ku 1982’yan li Lubnanê hate kuştin, li Sûriyeyê dît
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû roja Yekşemê daxuyanî da û ragihand ku Mossad “bi operasyoneke taybet” cenazeyê çawişê Îsraîlê Zvi Feldman “ji dilê Sûriyeyê” paşde anî. -
Pûtîn ji bo danûstandina bê şert û merc a li Stenbolê pêşniyar kir
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn roja Yekşemê daxuyanî da û pêşniyar kir ku danûstandinên “bê şert û merc û rasterast” ên di navbera Rûsya û Ûkraynayê de 15’ê Gulanê li Stenbolê destpê bikin. Daxwaza agirbesta 30 rojan a “bê şert û merc” red kir. -
DYE û Îran car din li Ummanê dicivin
Rayedarên Emerekî û Îranî ji bo hevdîtinên têkildarî bernameya nukleerê ya Îranê bidomînin, wê roja Yekşemê li Ummanê bicivin. -
Li Kongoya Demokratîk ji ber karesata lehiyê 104 kes mirin
Hat ragihandin ku li Komara Kongeya Demokratîk, ji ber karesata lehiyê herî kêm 104 kes mirin. -
Trump: Pakistan û Hindistan agirbest îlan kirin
Serokê DYE’yê Trump ragihand ku Hindistan û Pakistanê bi navbeynkariya DYE’yê agirbest pêk anîn. -
Rageşiya Pakistan-Hindistanê: Pakistan lijneya nukleerê kom dike
Rageşiya di navbera Hindistan û Pakistanê de tund dibe. Pakistanê ragihand ku ew ê lijneya asta herî jor a ku bikaranîna çekên nukleer kontrol dike, kom bike. -
Koreya Bakur tetbîqata li dijî êrîşa nukleerî pêk anî
Li Koreya Bakur tatbîqeta li dijî êrîşa nukleerî ya muhtemel a li hemberî Koreya Başûr û DYE’yê hat pêkanîn. Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un bi xwe tetbîqata leşkerî bi rê ve bir. -
Beriya Trump Arakçî diçe Siûdî û Qatarê
Hate ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî wê beriya serdana Serokê DYE'yê Donald Trump a li Rojhilata Navîn serdana Erebistana Siûdî û Qatarê bike. -
Li Kolombiyayê di encama hezazê de herî kêm 5 kes mirin
Hat diyar kirin ku li nêzî Medellîne ku duyemîn bajarê herî mezin ê Kolombiyayê ye hezaz çêbû. Di encama hezazê de herî kêm 5 kes mirin û 2 kes jî winda ne. -
Artêşa DYE'yê xwe amade dike ku 1.000 leşkerên trans ji nava xwe derxîne
Piştî biryara Dadgeha Bilind a DYE'yê ku bi demkî erk da rêveberiya Trump, Pentagonê ragihand ku wê pêvajoya derxistina 1.000 leşkerên trans ji nava artêşê 'tavilê' destpê bike. -
Atmosfera şer a di navbera Hindîstan û Pakîstanê de didome
Atmosfera şer a di navbera Hindîstan û Pakîstanê de her ku diçe kûr dibe. Di êrîşan de heta niha herî kêm 50 kes mirine. -
Robert Prevost ê Emerîkî wekî papayê nû hate hilbijartin
Piştî wefata Papa Francis, Kardînalê DYE’yê Robert Prevost wekî papayê nû hat hilbijartin. -
Parlamenta Ûkranyayê peymana bi DYE’yê re erê kir
Parlamenta Ûkranyayê Rada, peymana dîrokî ya bi DYE’yê re ku beriya hefteyekê li ser bikaranîna çavkaniyên xwezayî hatibû ragihandin erê kir. -
Lîtvanyayê vekişandina ji peymana mayinên antî-personal erê kir
Piştî dengdana li parlamentoya Lîtvanyayê biryara vekişandina ji Peymana Ottowayê ku mayinan qede dike, fermî bû. -
Koreya Bakur fûzeyên balîstîk avêtin Deryaya Japonyayê
Koreya Bakur, sibeha Pêncşemê fûzeyên balîstîk ên ku menzîla wan kurt e avêt Deryaya Japonyayê.