CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Îranê berpirsyarê êrîşa li ser sefaretxaneya Azerbaycanê darve kir
Meqamên dadgeriyê yên Îranê ragihandin ku berpirsyarê êrîşa kujer a Çileya 2023'an ali Tehranê ya li ser sefaretxaneya bilind a Azerbaycanê hatiye darvekirin. -
Hindistan û Pakistanê biryar dan ku leşkerên xwe paşve bikşînin
Hindistan û Pakistanê piştî rageşiya leşkerî ya li Keşmîrê rû da li hev kirin ku "heta dawiya Gulanê" leşkerên zêde yên li ser sînorê xwe bi cih kirine vekişînin. -
Êrîşên Îsraîlê nasekinin: 44 kesên din hatin kuştin
Rêxistina Parastina Sivîl a Şerîda Xezeyê roja Sêşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku artêşa Îsraîlê êrîşên leşkerî giran kiriye û di bombardûmanên nû de herî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Fransayê di salekê de 855 bêmal jiyana xwe ji dest dan
Li Fransayê di sala 2024’an de 855 kesên bêmal li kolanan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Asyaya Navîn di meha Gulanê de germahî gihîşt 40°C
Welatên Asyaya Navîn vê biharê bi pêla germahiyek dijwar re rû bi rû man. -
WHO: Li Xezeyê 2 milyon kes bi mirina ji ber birçîbûnê re rû bi rû ne
Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus di daxuyaniyekê de bal kişand ser xelaya li Şerîda Xezeyê. -
Rûsyayê karên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî qedexe kir
Rûsyayê saziya mafên mirovan a navneteweyî Amnesty International weke 'rêxistina nayê xwestin' ragihand û karên vê rêxistinê yên li Rûsyayê qedexe kir. -
Netanyahu: Em ê Şerîda Xezeyê tev bixin bin kontrola xwe!
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu, ragihand ku Îsraîl wê "hemû herêmên" Şerîda Xezeyê bixin bin kontrola xwe. -
Ji Netanyahu ji bo Xezeyê peymana bi şert
Serokwezîrê Îsraîlê Bnyamîn Netanyahu, ragihand ku ew ji bo şerê li Xezeyê dewam dike, ji peymanê re vekirî ne. Lê pêşî hin şert danîn. -
Li DYE’yê ji ber bahozê herî kêm 21 kes mirin
Eyaletên Kentuckc û Missouri yên li beşên navîna Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) cih digirin, rû bi rûyê bahozên tund ma. Li gorî daxuyaniyên rayedaran, herî kêm 21 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Hindistanê agir bi avahiyekê ket: Herî kêm 17 kes mirin
Rayedarên Hindistanê diyar kirin ku li bajarê Haydarabad ê li başûrê welêt roja Yekşemê agir bi avahiyekê ket û herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Xezeyê di bombardûmanê de herî kêm 33 kes hatin qetilkirin
Hate ragihandin ku roja Yekşemê li Şerîda Xezeyê di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 33 kes hatin kuştin. -
Hamaney bang li DYE’yê kir ku Rojhilata Navîn biterikîne
Lîderê Olî yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney di demeke ku têkildarî bernameya nukleerê ya Îranê navbera Îran û DYE’yê hevdîtin tên kirin de, bang li DYE’yê kir ku Rojhilata Navîn biterikîne. -
Artêşa Îsraîlê ragihand ku fermandarê Hîzbûllahê kuştiye
Artêşa Îsraîlê roja Şemiyê daxuyanî da û ragihand ku di êrîşa hewayî ya li ser herêma Mezraat Cemcim a li başûrê Lubnanê de, fermandarekî Hîzbûllahê hatiye kuştin. -
Îsraîlê êrîşên li Xezeyê berfireh kir: Di sê rojan de nêzî 300 kes mirin
Artêşa Îsraîlê roja Şemiyê daxuyanî da û ragihand ku li Xezeyê dest bi “êrîşên berfireh” kiriye. Di 3 rojên dawî de nêzî 300 kes hatin qetilkirin. -
Konseya Ewropayê: Li Xezeyê bi qestî birçîbûn tê ferzkirin
Konseya Ewropayê têkildarî polîtîkayên Îsraîlê yên li ser Xezeyê daxuyaniyeke tund da û diyar kir ku li herêmê bi qestî stratejiya birçîhiştinê tê meşandin. -
Li ser Xezeyê bombardûmana giran: 3 rojan herî kêm 274 kes mirin
Li Şerîda Xezeyê hejmara qurbaniyên ji ber êrîşên hewayî yên Îsraîlê zêde dibe. Di nava 3 rojan de zêdeyî 270 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Xeze tevahiya şevê hate bombekirin: Herî kêm 50 kesên din hatin qetilkirin
Rêxistina Parastina Sivîl a Şerîda Xezeyê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê de yên ji nîvê şevê û vir ve têne kirin, herî kêm 50 kes hatin kuştin. -
Tehran: Îtîraza me tune ye ku DYE li Îranê veberhênanê bike
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçi diyar kir ku sektora petrol û xazê jî di nav de îtîraza wan tune ye ku şîrketên Emerîkî li Îranê bixebitin. -
HRW: Îsraîl dorpêça Xezeyê veguherandiye ‘amûra tinekirinê’
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) roja Pêncşemê 15’ê Gulanê daxuyanî da û destnîşan kir ku Îsraîl dorpêça alîkariya mirovî ya li ser Xezeyê veguherandiye "amûra tinekirinê”. -
Îro li Xezeyê herî kêm 103 kes hatine kuştin
Êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezeyê roja Pênçşemê jî berdewam kir û erkdarên alikariyê dan zanîn ku ji sibehê heya niha herî kêm 103 kes hatine kuştin. -
Li Xezeyê di bombardûmana Îsraîlê de 2 rojan herî kêm 162 kes mirin
Li gorî agahiyên Rêxistina Parastina Sivîl a Fîlîstînê, di êrîşên artêşa Îsraîlê yên 2 rojên dawî de herî kêm 162 kes hatin kuştin. -
Îran: Eger pêkanînên DYE'yê bêne rakirin, em amade ne peymanê qebûl bikin
Şêwirmendê Lîderê Olî yê Îranê Alî Xamaney, Alî Şamkanî roja Çarşemê ji NBC Newsê re axivî û diyar kir ku di berdêla rakirina pêkanînên li ser Îranê de ew amade ne peymana li ser bernameya nukleerî ya bi DYE'yê re qebûl bikin. -
El Şara ji asayîbûna têkiliyên bi Îsraîlê re amade ye!
Serokê DYE’yê Donald Trump daxuyand ku serokê demkî yê Şamê Ehmed El Şara jê re gotiye ku ew amade ye asayîbûna têkiliyên bi Îsraîlê re qebûl bike. -
Li Tarblûsê di navbera komên çekdarî de şerekî dijwar rû da
Li Trablûsa paytextê Lîbyayê di navbera komên çekdarî ên neyar de dubare şer derket.