CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Ewropî wê teklîfa muzakereyan li Îranê bikin
Fransa, Elmanya û Keyaniya Yekbûyî wê vê Înê li Cenevreyê pêşniyara ‘’muzakereyeke berfireh’’ li Îranê bikin. Macron da zanîn ku ev pêşniyar têkildarî bernameya nukleerê, kiryarên balîstîkî û finansmana komên terorîst ên li herêmê ye. -
Rapora NY’ê: Di sala 2024’an de tundiya li dijî zarokan gihîşt asta herî bilind
Li gorî rapora salane ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 2024’an de tundiya li dijî zarokan a di şer û pevçûnên li seranserê cîhandê de gihîştiye astên herî bilind. -
Propagandaya Îranê: ‘Lîstokê em bi rê ve dibin’
Medyaya dewletê ya Îranê şeva Pêncşemê dîmeneke propagandayê ya balkêş weşand. Di dîmen de êrîşeke berfireh û mezin a li dijî Îsraîlê tê nîşandan, lê belê hûrgûliya balkêş ev e: hemû karakter bi fîgurên Lego tên temsîlkirin. -
Katz gef xwar: Hîzbûllah êrîş bike wê êdî nemîne!
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz roja Înê li ser hesabê xwe yê X'ê daxuyaniyek da û got, "Eger Hîzbûllah ji bo piştgiriya bi Îranê de êrîşî Îsraîlê bike, wê êdî nemîne." -
Şerê Îsraîl-Îranê: Zêdeyî 60 balafiran li Tehranê xistin, Fordo di hedefê de ye
Îran û Îsraîlê êrişên li hemberî hev bi şev dewam kirin. Zêdeyî 60 balafirên Îsraîlê li hedefên leşkerî yên li Tehranê xistin. Li Îsraîlê jî bajarê Be'er Sheva bû hedef, 7 kes birîndar bûn. -
Şerê nû tê wateya penaberên nû
Di 20'ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê de tabloya penaberiyê ya li cîhanê metirsîdar e. Di destpêka sala 2025'an de hejmara penaberan hatibe xuyakirin jî li gorî rêveçûna şerê Îran-Îsraîlê tê texmînkirin ku zêde bibe. -
Wezîrên Ewropî plan dikin ku li Cenevreyê bi Îranê re rûnên
Wezîrên Karên Derve yên Elmanya, Fransa û Qraliyeta Yekbûyî plan dikin ku roja Înê li Cenevreyê bi hempîşeyê xwe yê Îranî re civînekê lidar bixin. -
Tengava Hurmuzê: Navenda rageşiya bazirganiya enerjiya gerdûnî
Tengava Hurmuzê li gel rageşiyên jeopolîtîk weke sembola ewlehiya enerjiyê tê zanîn. Ev tengava ku Îran nikare ‘’kontrola wê bi dest bixe’’ lê belê dibe ku ‘’aramiya wê têk bibe’’, wê di demên pêş de jî di rojeva dîplomasiya navneteweyî de be. -
Katz gef xwar: Xamaney nema dikare hebûna xwe bidomîne
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsrael Katz careke din gef li lîderê olî yê Îranê xwar û got, "Xamaney nema dikare hebûna xwe bidomîne." -
Li Îsraîlê nexweşxane hate bombekirin, Netanyahu gef li Xamaney xwar
Di êrîşên Îranê yên li ser Îsraîlê de nexweşxaneyek bû hedefa fuzeyan. Netanyahu gef li lîderê olî yê Îranê Alî Xamaney xwar. -
Îsraîlê bi 40 balafiran bombe kir, DYE amadekariya êrîşê dike
Êrîşên navbera Îsraîl û Îranê dewam dikin. Îsraîlê bi 40 balafiran bombe li dehan hedefan xist. Di nava wan hedefan de navendên nukleerê jî hene. Tê îdîa kirin ku DYE plana êrîşa li hemberî Îranê erê kiriye. -
Îsraîl: Biryargeha ewlehiya hundirîn a Îranê hate îmhakirin
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê, Îsraîl Katz ragihand ku balafirên hêzên hewayî ‘biryargeha ewlehiya hundirîn” a Îranê îmha kirine. -
Xamaney: Îsraîlê xetayeke cidîkir, wê bedela wê bide
Serokê Olî yê Îranê Ali Xamaney di axaftineke xwe ya li ser televîzyonê de got ku Îsraîlê xetayeke mezin kir û wê bedela wê bide. -
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê: Bager bi ser Tehranê ve tê
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz got, "Bagerek bi ser Tehranê ve tê" û gefa hilweşandina rejîmê xwar. -
Li Hindistanê baran mûsonê: Herî kêm 18 kes mirin
Li eyaleta Gujarat a li bakurrojavayê Hindistanê, ji roja Duşemê û vir ve barana mûsonê dibare. Herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Îran û Îsraîl li hev dixin, dibe ku DYE jî tevlî vî şerî bibe
Spekulasyonên li ser tevlîbûna yekser a DYE ya li şer zêde dibin. Îsraîl û Îranê jî ji şevê heta sibehê li hev xistin. Îranê ragihand ku serê sibehê fuzeyên hîpersonîk avêtiye. -
Li Xezeyê di nava 24 saetan de herî kêm 61 kes mirin
Li gorî daxuyaniya rojane ya Wezareya Tenduristiyê ya Xezeyê di êrîşên Îsraîlê yên di nava 24 saetên dawî de herî kêm 61 Filîstînî jiyana xwe ji dest daye. -
Li Tehranê 2 teqînên mezin rû dan
Li navend û bakurê paytexta Tehranê 2 teqînên mezin rû dan. -
Artêşa DYE’yê bi şîrketa OpenAl’ê re peymaneke 200 milyon dolarî îmze kir
Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi şîrketa hişê çêkirî ya bi navê OpenAl’ê re peymaneke 200 milyon dolarî îmze kir û jê xwest ku girêdayî pêdiviyên artêşê amûrên pêşketî hilberîne. -
Sefîrê Bilind ê Îsraîlê: Şeva Pêncşem-Înê hûn ê surprîzên gelekî mezin bibînin
Sefîrê Bilind ê Îsraîlê yê li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Yechiel Leiter got, "Şeva Pêncşem-Înê hûn ê surprîzên gelekî mezin bibînin." -
Katz: Dawiya Xamaney wê weke Saddam be!
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê, da xuyakirin ku wê dawiyê serokê olî yê Îranê Elî Xamaney weke Saddam Hûseyîn be. -
Li Xezeyê, li nêzî navenda alîkariyê 47 kes hatin kuştin
Rêxistina Parastina Sivîl a Şerîda Xezeyê ragihand ku li nêzî navendeke belavkirina alîkariyê ya li başûrê Fîlîstînê, di êrişa hêzên Îsraîlê de herî kêm 47 kes hatin kuştin. -
Fermandarê giştî yê nû yê Îranê hate kuştin, li Tel Avîvê teqînên mezin
Piştî êrîşên bi fûzeyan a Îranê li dijî Îsraîlê li Tel Avîvê û Qûdsê dengê teqînên mezin hatin bihîstin. Fermandarê giştî yê nû yê Îranê jî hate kuştin. Netanyahu, diyar kir ku ji bo dawî li şer bê anîn, divê Xamaneyî bê kuştin. -
Avahiya Radyo û Televîzyona Îranê hate bombebarankirin
Artêşa Îsraîlê di dema weşana zindî de avahiya radyo û televîzyona Îranê hedef girt. -
Netenyahu: Tehranê tehliye bikin
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu got, "Ez bang li gelê Tehranê dikim: Tehrenê tehliye bikin. Em dikevin nava liv û tevgerê."