Trump, bi qutkirina alîkariyan dibe ku bibe sedema mirina 14 mîlyon mirov!

Li gor lêkolînekê, qutkirina alîkariyên mirovî yên Emerîkayê, dibe ku bibe sedema mirina 14 mîlyonan zêdetir a mirovan.

Li gor lêkolînek nû a kovara tenduristiyê The Lancetê, di dema Donald Trump de bîryarên ku bo qutkirina alîkariyên mirovî yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yên bo derveyî welat, dibe ku heya 2030’an bibe sedema mirina 14 mîlyon zêdetir mirovan. Lêkolîner diyar dikin ku ji van mirinan nêzî 4,5 mîlyon dê zarok bin.

Li gor pisporan, qutkirina alîkariyan dê herî zêde li ser welatên ku dahatûya wan kêm û navîn bike û xizmetên tenduristiyê paşve bimînin. Ev yêk jî dê pêşveçûna 20 salan a van welatan berevajî bike. Davîde Rasella ku vê lêkolînê rêve dibe wiha got, “Bandorên vê rewşê dibe ku wekî pandemiyek gerdunî an jî wekî şerek mezin bandorê bike.”   

Lêkolînên di navabera 2001 û 2021’an de nîşan dide ku Ajansa Pêşveçûne a Emerîkayê (USAID) bi fînanskirina 91 bernameyan pêşiya mîlyonan mirinan girtiye. Bi saya van alîkarîyan, mirinên girêdayî HIV/AIDS’ê ji sedî 74, mirinên ji tayê ji sedî 53 û mirinên ji ber nexweşiyên tropîkal jî ji sedî 51 kêm kiriye.

Ev xebata ku bi piştgirîya ajansek gerdûnî a pêşveçûnê ve hatibû fînanse kirin, li bajarê Sevilla ya Spanyayê hat li darxistin, lê DYE beşdar nebû.

Pispor hişyar dikin ku ne tenê qutkirina alîkariyên DYE’yê di heman demî de qutkirina bûtçeyên alîkariyê yên wekî Îngilistan, Elmanya û Fransayê jî dibe ku bibe sedama zêdebûna mirinan. Li gor lêkolîneran “Niha demê zêdekirina bûtça alîkariyê ye; ne kêm kirinê ye.”