Awûstralya, wê di Îlonê de dewleta Filîstînê nas bike
Serokwezîrê Awûstralyayê Anthony Albanese, ragihand ku welatê wî wê di meha Îlonê de di dema Komcivîna Neteweyên Yekbûyî de dewleta Fîlîstînê bi awayekî fermî nas bike.
Serokwezîrê Awûstralyayê Anthony Albanese, ragihand ku welatê wî wê di meha Îlonê de di dema Komcivîna Neteweyên Yekbûyî de dewleta Fîlîstînê bi awayekî fermî nas bike.
Serokwezîr Albanese, diyar kir ku heta Îsraîlî û Filîstînî nebin xwedî dewlet, aştî wê tenê mayînde be û ragihand ku Awûstralya dê mafê gelê Filistînî yê avakirina dewletekê bi awayekî fermî nas bike.
Ev biryar, bi taybetî di pêvajoyeke ku ji bo naskirina Filistînê piştî şerê Xezeyê, ku di 7’ê Cotmeha 2023’yan de dest pê kir, bang tên kirin, hat dayîn.
WÊ JI BO HAMASÊ CIH NEBE
Albanese, diyar kir ku wan ji Desthilata Filistînê temînat wergirtine ku di dewleteke Filistînî ya pêşerojê de cih ji bo Hamasê tune.
Sê çaran welatên NY’ê Filistînê nas dikin û piştî şer bi qasî deh welatên din deng dan ku wê nas bikin. Panzdeh welatên Rojavayî di Tîrmehê de li NY’ê banga naskirinê kirin.