Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

SOHR: Li Sûriyeyê di 8 mehan de nêzî 10 hezar kes mirin

Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) weşandiye, bi pêvajoya hilweşîna rejîma Esadê re 9 hezar û 889 kes li Sûriyeyê hatine kuştin.

Ji dema hilweşîna rejîma Esed ve, di navbera 8ˊê Kanûna 2024ˊan û heta 6ˊê Tebaxa 2025ˊan de, li gel berdewama tundî û aloziyê, 9 hezar û 889ˊan kes li Sûriyeyê hatine kuştin. Ji wan 7 hezar û 449 kes sivîl in û ji vê hejmarê jî 396 zarok û 541 jin in.

Li gorî bîlançoya ku Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daye, hejmara kuştiyan ji 8ˊê Kanûna 2024ˊan heta 6ˊê Tebaxa 2025ˊan wiha ye:

Ji 8ˊê Kanûna 2024ˊan heta dawiya heman salê: 2 hezar û 354 kes hatin kuştin.

Di Çileya 2025ˊan de hezar û 122 kes,

Di Sibatê de 603 kes,

Di Adarê de 2 hezar û 644 kes,

Di Nîsanê de 452 kes,

Di Gulanê de 428 kes,

Di Hezîranê de 391 kes,

Di Tîrmehê de hezar û 733 kes,

Ji 1ˊê Tebaxê heta 6ˊê Tebaxê 162 kes hatine kuştin.

Ji nava wan kesên hatine kuştin, 2 hezar û 535 kes li meydanan hatine guleberankirin (tenê di Adarê de hezar û 726 kes). Kesên hatine qetilkirin li gorî nasname û aîdîyetê bûn. Her wiha bi dehan kesan di girtîgehên hikumeta veguhêz de bi êşkenceyê jiyana xwe ji dest daye.

Di nava bîlançoyê de endamên ji rêxistinên çekdar û cîhadîst ên wek çeteyên DAÎŞˊê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker jî hebûn. Li kêleka wê jî di êrîşên Îsraîlê û dewleta Tirk de jî kuştî çêbûn.