Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Başûrê Ewropayê bi germahiya dijwar û şewatan re rû bi rû ye

Pêleke germahiyê ya nû li seranserê başûrê Ewropayê belav bûye û li Spanya, Portekîz û başûrê Fransayê gihîştiye asteke ku gefê li jiyanê bixwe.

Spanya îsal duyemîn pêla germahiyê dijî û tê payîn ku ji nîvê hefteyê pê ve germahiya di bin siya de wê bigihêje 45°C.

Li başûrê Spanyayê roja Yekşemê germahî 40°C derbas kir û li piraniya herêmên welat germahî 5 an jî 10 derece ji ser asayiya demsalê ye. Şev jî sar nabin: li navend û başûr di navbera 23 û 25°C de ye.

Li herêmên wekî Bragança, Porto û Braga yên bakurê Portekîzê hişyariya sor hat ragihandin. Tê payîn ku bi taybetî li geliyên Tajo û Douro germahî digihêje 44°C. Şewata daristanê ya li gundê Santa Comba derketiye hewl tê dayîn ku ji aliyê 180 agirkuj, 54 wesayît û sê balafiran ve were vemirandin.

Her wiha tê payîn ku germahiya li başûrê Fransayê wê dawiya vê hefteyê bigihêje 40°C. Li Lyonê 32°C û li Oksîtanyayê jî 39°C hatin tomarkirin. Germahî wi ji roja Pêncşemê û pê ve bandorê li seramserê welat bike. Li herêma Aude xetereya şewatê wekî "pir zêde" hatiye nirxandin.

Rayedaran xelkê herêman hişyar kirin ku li cihên bi sî bimînin, zêde avê vexwin û di saetên herî germ de ji dernekevin derve.