Li Çînê werîsê pirê qetiya: 7 kes mirin, 9 jî birîndar bûn

Li eyaleta Qinghai ya li bakurrojavayê Çînê, werîsê pireke ku dihat çêkirin qetiya û di encamê herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 9 karker jî winda bûn.

Li gorî Rojnameya Gel a Çînê bûyer roja Înê berbangê sibehê di saet 03.00’an yen de qewimiye. Wê demê 15 karker û şefekî înşaetê li wir bûne.

Hate destnîşankirin ku pir ji bo rêyê trênê dihat çêkirin û werîsên wê ji pola bûne. Hate ragihandin ku li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

Li Çînê li şantîyeyên mezin ên înşaetê qezayên kar gelekî çêdibin. Di Kanûna 2024’an de jî li bajarê Şenzen ê li başûrê welêt înşaeta rêya trênê hilweşiyabû û di encamê de 13 kes winda bûbûn û nehatibûn dîtin.