Misir hêza xwe ya leşkerî li ser sînorê Xezeyê zêde kir

Li aliyek artêşa Misirê hêza xwe ya leşkerî li ser sînorê Xezeyê zêde kir, li aliyê din artêşa Îsraîlê li Cibaliyê operasyonên xwe berfirehtir kir. Wezîrê Îsraîlê got, “Şer wê li gorî şertên Îsraîl diyar kirine bi dawî bibe.”

Artêşa Misrê ji ber zêdebûna pevçûnên li bakurê Xezeyê û fikarên li ser koçberiya girseyî, hêza xwe ya leşkerî li deriyê sînor ê Refahê û li ser sînorê rojhilatê Sînayê xurt kir. Li gorî rojnameya Al-Araby-Al Jadeed” Hikûmeta Qahîreyê ji ber êrîşên Îsraîlê li ser hin deverên ku ne di kontrola wê de ye û ji îhtîmala ku bi sed hezaran Xezeyî ber bi başûr ve koç bikin, bi fikar e. Rayedaran, diyar kirin ku operasyonên muhtemel dikarin rê li ber koçberbûna milyonek mirov veke.

LI CEBELIYEYÊ OPERASYON BERFIREH DIBIN

Artêşa Îsraîlê (Tsahal), operasyonên xwe yên li dijî Hamasê li herêma Cebeliyeyê ya bakurê Xezeyê zêde kirin. Yekîneyên ji Lîwaya 401’emîn a Firqeya 162’emîn bi hilweşandina "binesaziya terorîstî" ya bin erdê û ser erdê, gelek endamên Hamasê bêbandor kirine, bi armanca ku operasyonan ber bi deverên din ve berfireh bikin.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz, diyar kir ku wan operasyonên Xezeyê erê kirine û artêş dê bi hemû hêza xwe tevbigere da ku Hamasê têk bibe û got ku şer wê li gorî şertên ku Îsraîlê diyar kiribe, bi dawî bibe.

BÊHTIRÎ 62 HEZAR FILÎSTÎNÎ HATINE KUŞTIN

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, ragihand ku ji destpêka şer ve bêhtirî 62 hezar û 600 kes mirine û nêzîkî 158 hezar kes jî birîndar bûne. Di nava 24 saetên dawî de ji ber birçîbûn û nebûna xurekê 8 kes ku 2 zarok jî di nav de heyî mirine.

XELA HAT RAGIHANDIN

Neteweyên Yekbûyî bi fermî li Xezeyê qeyrana birçîbûnê ragihand. Pispor, diyar dikin ku 500 hezar kes bi qeyrana birçîbûnê ya di asta ‘karesatê’ de re, rû bi rû ne.